Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn 2022-10-15 15:57:00 STENBOL - Dayikên Şemiyê li aqûbeta Fehmû Tosûn û Huseyîn Aydemîr ên 27 sal berê hatin windakirin, pirsîn.  Dayikên Şemiyê di hefteya 916’emîn de ji bo li aqûbeta windakiriyan bipirsin û bi daxwaza kujer bên darizandin, çalakiya xwe bi awayek online li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê 35 salî ku bavê 5 zarokan bû û Huseyîn Aydemîr ê 34 salî ku bavê 6 zarokan bû yên di 19’ê cotmeha 1995’an de li navçeya Avcilara Stenbolê dema ji mala xwe derdiketin hatin revandin û carek din agahî ji wan nehat girtin, pirsîn.    Daxuyaniya vê hefteyê ji mirovên şemiyê Leman Yûrtsever xwend û bal kişand ser windakirina Tosûn û Aydemîr û xwest aqûbeta wan eşkere bibe û demildest kujerên wan bên darizandin. Yûrtsever bal kişand ser serpêhatiya windakirina Tosûn û Aydemîr û pêvajoya hiqûqî ya bo wan hat meşandin.    HANIM TOSUN: EM Ê LÊGERÎNA XWE BIDOMÎNIN   Hevjîna Tosûn, Hanim Tosûn axivî û wiha got: “Heta ku windakiriye bimîne em ê li windakiriyên xwe bigerin. Û em dewletê vedixwînin cîdiyetê. Heta ku dewlet hesab bide me, em ê li windakiriyên xwe bigerin û dest jê bernedin. Em ê tu windakiriyên xwe ji bîra nekin.”   ENCAM NEGIRTIN   Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî axivî û behsa pêvajoya hiqûqî ya bûyera Tosûn kir û got tevî hemû hewldanan jî encamek ji pêvajoya hiqûqî wernegirtine. Keskîn diyar kir ku windakirin sûcek dewletê ye û dewleta ku hiqûqê wek amûr bikar tîne jî sûc dike.