Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin 2022-10-15 16:06:17   ENQERE - Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût diyar kir ku girtiyê nexweşê giran Nesîp Yapici ku li Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîrê tê ragirtin hatiye derbkirin û ji bo Yapici yê berdana wî 3 mehan hate taloqkirin daxwaza berdana bilez kir.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 423’yemîn a çalakiya xwe de li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de “Tedawî Maf e Nikare Bê Astengkirin û Bila Girtiyên Nexweş Bên Berdan” hate vekirin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Tûrgût, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Nesîp Yapici yê li Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîrê tê ragirtin û bang kir ku bilez bê berdan.    ‘JI SERVÎSÊ GIRTINE Û BIRINE NEXWEŞXANEYÊ’   Tûrgût, da zanîn ku Yapici di 4’ê adara 2010’an de hatiye binçavkirin û dema Yapici ketiye girtîgehê tu nexweşiyên wî nebûne. Tûrgût, axaftina xwe wiha domand: “Piştî ku salekê li Girtîgeha Êlihê hate girtin, sewqî Girtîgeha Tîpa M a Mîdyatê hate kirin. Li vir jî piştî 2 salan hate ragirtin sewqî Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Îzmîrê hate kirin û cara ewil ji guhên xwe emeliyat bû. Piştî 3-4 salan li Îzmîrê ma bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hate kirin. Dema li Tarsûsê bû teşhîsa ‘penceşêra qirikê’ danîne û beriya pandemiyê hatiye emeliyatkirin. Li nexweşxaneya ku lê emeliyat bû ji ber got ji ava lekeyan a rijandine re aciz bûye ji servîsê girtin û birine girtîgehê.”   ‘BERDANA WÎ 3 MEHAN HATE TALOQKIRIN’   Tûrgût, da zanîn ku li gorî ragihandina malbatê bi hinceta “hejmartina li ser pêyan” Yapici 3 rojan hatiye derb kirin û wiha got: “Her iwha nexweşiya dil a Yapici heye û ji ber vê nexweşiyê neçare her tim dermanan bixwe. Dema li Tarsûsê 3 an 4 caran birine kontrolê. Nêzî beriya 6 mehan jî bêyî daxwaza xwe birin Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîrê. Li vê girtîgehê tedawiya wî nîvco maye. Li gorî muddetnameya wî divê 15’ê îlona 2022’yan bi şertê kontrola edlî hatibûya berdan li gorî rapora nirxandina Lijneya Çavdêrî û Îdareyê berdana wî 3 mehan hatiye taloqkirin.”    ‘BANGA BERDANA BILEZ’   Tûrgût, diyar kir ku Yapiciyê ku nexweşiyên wî yên giran hene divê her tim di bin kontrol û çavdêriyê de be û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyê ku divê bê dermankirin, berdana wî hatiye taloqkirin û mafê wî yê tenduristiyê hatiye binpêkirin. Em bilez daxwaz dikin ku ji bo di şertên bi tendurist de tedawiya wî bê kirin û ji mafê şertê kontrola edlî sûdê bigire bê berdan.”