Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin 2022-10-15 18:43:55   RIHA – Li gundê Hişkik ê navçeya Cirnêreş a Rihayê di hundirê kîsekî gubre de hin hestî hatin dîtin. Tê gotin ku ev hestiyên mirovan e. Dozgerê cihê bûyerê diyar kir ku kesên di salên 90'î de xizmên wan bi kiryarên nediyar winda bûne dikarin ji bo etsta DNA'yê serlêdanê bikin.    Li gundê Hişkik ê navçeya Cirnê Reş a Rihayê di hundirê kîsekî gubre de hin hestî hatin dîtin. Tê gotin ku ev hestiyên mirovan e. Li gund gava welatiyekî xwestiye daran biçîne erd kolaye. Welatî di kolandinê de di hundirê kîsekî gubre de yê ser wî bi keviran girtî hin hestî dîtine. Piştî vê welatî hayê cendirmeyan pê xistiye. Ji bo vê cendirme, koma vekolandina cihê bûyerê û dozgerek hatiye peywirdakirin. Di dema vekolandinê de Parêzer Mehmet Welat Îzol, Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê Îbrahîm Oyke û rêvebirê OHD a Şaxa Rihayê Sedat Altûndag jî di dema velokandinê de amade bûn.    Tê gotin ku hestiyên hatine dîtin herî kêm bi qasî yên mirovekî ne. Di nava hestiyan de qoqê serî tune ye. Koma vekolandina cihê bûyerê hesî muafize kirin û ji Saziya Tiba Edlî (ATK) a Rihayê re şandin. Dozgerê cihê bûyerê diyar kir ku dibe ku ev hestiyên mirovan bin, lewma kesên ku di salên 1990'î de xizmên wan bi kiryarên nediyar hatine windakirin ji bo testa DNA'y dikarin serlêdanê bikin.