Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê 2022-10-16 09:00:35 AMED - Parêzer Yûsûf Çakas anî ziman ku ji binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê "lêgerîna tazî, lêgerîna li hundirê dev, avêtina ser qawîşan û sewqên bêyî girtiyan" binpêkirinên sereke ne û got ku desteyên îdare û çavdêriyê yên girtîgehan jî veguherîne Dadgehên Îstiqlalê.    Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan zêde dibin. Lewma girtîgehên ku hema bibêje her hefte girtî lê tên qetilkirin, wekî "mirinxaneyê" tên pênasekirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 651 jê giran hezar û 517 nexweş girtî ne. Li gorî heman daneyan di 10 mehên sala 2022’yan de 63 girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî girtiyê nexweş Suphan Çabûk ku di lîsteya ÎHD'ê de bû li Girtîgeha Kalkandereyê ya Rîzaeyê ya Tîpa L'yê hat qetilkirin.    Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Yûsûf Çakas tiştên li girtîgehên Tirkiyeyê diqewimin nirxandin.    'GIRTÎGEH BÛNE NAVENDA BINPÊKIRINÊN MAFAN'   Çakas diyar kir ku girtîgehên Tirkiyeyê bûne navenda binpêkirinên mafaên jiyanê û got ku mînaka herî berbiçav jî, 63 girtiyên ku di 10 mehên dawî yê vê salê de jiyana xwe ji dest dane. Çakas ku got "Ev agahî bi xwe jî hem kêm in hem jî têr nakin" destnîşan kir ku saziyên têkildar hem ji bo girtiyên nexweş ê jiyana xwe ji dest didin hem jî ji bo girtiyên bi awayekî jiyana xwe ji dest didin tu daxuyaniyê nadin an jî agahiyan parve nakin.    'LÊGERÎNA TAZÎ VEGUHERIYE ÎŞKENCEYÊ'   Çakas bilêv kir ku ji nameyên ku girtî bi rêya malbatên xwe ji OHD'ê re dişînin xuya dike ku binpêkirinên mafan ên herî zêde rû didin lêgerîna tazî, lêgerîna li hundirê dev, avêtina ser qawîşan û bêyî vîna girtiyan sewqkirina wan in û wiha got: "Tu ravekirineke maqûl a lêgerîna tazî tune ye. Ev muameleyeke kêfî ye û ne li gor mirovahiyê ne li gor exlaqê ne jî li gor hiqûqê ye. Me gelek caran ev anî zimên, lê îdareya girtîgehê vê yekê wekî lêgerîneke maqûl dihesibîne. Qethiyen lêgerîna tazî nayê qebûlkirin. Ev yek veguheriye îşkenceyê."    ‘SIRGÛNKIRIN POLÎTÎKAYEKE DEWLETÊ YE'   Çakas anî ziman ku binpêkirineke din a li girtîgehan tê kirin jî sirgûnkirin e û wiha got: “Çendî ku bi navê sewqê tê kirin jî, lê di asasê xwe de ev sewq e. Ev sirgûn e. Ji ber ku sewq; li ser daxwaza girtiyan pêk tê. Lê tişta tê kirin derî vîna girtiyan tê kirin. Navê vê jî sirgûn e. Der barê vê mijarê de me gelek daxwazname ji Wezareta Dadê re nivîsandine, lê tu encam bi dest me neket. Lê xuya ye ev polîtîkayeke dewletê ye. Feraseta di bin vê de, ew e ku girtiyan ji malbatê dûr bixin û pêwendiya wan ya bi derve re qut bikin û wan tecrîd bikin."   ‘BI SALAN E DI ROJEVÊ DE YE'   Çakas bi lêv kir ku li Tirkiyeyê bi salan e pirsgirêka girtiyên nexweş di rojevê de ye û wiha got: “Ev mijar, li girtîgehên Ewropayê bi awayekî zelal hatiye diyarkirin. Yanî ji xeynî awayê fîzîkî, divê girtiyî di hemû şert û mercên din de karibe pêwendiyê bi derve re deyne. Divê li her girtîgehê bijîşkekî pispor hebe û şert û mercên berdewamkirina dermankirinê bên afirandin. Her wiha mafê tendurustiyê, divê tenê wekî rewşeke fizîkî neyê dîtin. Aliyên wê yên giyanî, derûnî û hestyarî jî hene. Dema em têr nexwarin, nederketina hewadariyê û ragirtina li odeyên yekkesî yên girtîgehên Tîpa S'yê û yên ewlekariya bilind bimînin cem hev mimkûn e ku tenduristiya girtiyan baş be. Mînaka berbiçav Mehmet Candemîr e. Dema hat girtin tu nexweşiyeke wî tune bû, lê di şert û mercên girtîgehê de nexweş ket û ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da."    ‘ATK NE BÊALÎ YE'   Çakas bal kişand ser berpirsyariya ATK’ê jî û ev tişt gotin: “Biryarên ATK’ê bûne cihê nîqaşan. Me di biryara Halîl Guneş de mînaka herî zelal dît ku biryarên ATK’ê ne bêalî û serbixwe ne. ATK'ê ji bo Guneş got, 'dikare di girtîgehê de bimîne,' lê nikaribû bimîne û jiyana xwe ji dest da. Li Girtîgeha Cirnêreş ji bo Bazo Yilmaz jî heman biryar dabû, lê wî jî jiyana xwe ji dest da. Ji bilî vê cîhan bi nexweşiya Mehmet Emîn Ozkan hesiyaye, lê ATK'ê hê jî fêm nekiriye. Her wiha bi van biryaran nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê jî. Ji ber ku girtî difikirin ku dê ATK bi awayekî polîtîk nêzî wan dibe û dê biryarên wê jî polîtîk bin, naçin nexweşxaneyê. Girtî ji ATK'ê bawer nakin. Ji ber vê yekê li girtîgehan hejmara girtiyên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe."   'BÛNE DADGEHÊN ÎSTIQLALÊ'   Çakas di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser biryarên desteyên îdare û çavdêriyê yên li girtîgehan hatine avakirin jî ku înfaza girtiyan dişewitîne. Çakas bilêv kir ku ev destê çendî di warê avakirinê de li gor mewzûata navneteweyî bin jî, lê ji ber atmosfera polîtîk a li wlêt bi temamî veguherîne dadgehên polîtîk.   ‘TECRÎD LI TEVAHIYA WELÊT BELAV BÛYE'   Çakas destnîşan kir ku tecrîda li Girava Îmraliyê li tevahiya civakê belav bûye û got ku ji ber vê bêhiqûqîtî zêde bûne.    Çakas di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hewce ye polîtîkayeke azadîxwaz berbelav bibe û wiha got: "Qanûna Têkoşîna li Hemberî Terorê divê bi temamî ji holê bê rakirin. Têkildarî vê azadiya fikr û ramanê ya siyasetmedaran, mamoste û xwendekaran û parêzer û mamosteyan xwe bide der ku em karibin binpêkirinên mafan ên li girtîgehên biqedînin. Di meseleya girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin de jî divê em li dora malbatên ku nobedê digirin bibin xelek û vê xelekê mezin bikin. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne derî tevahiya civakê ne. Ger li derve rojnameyek rastî lêdana esker û polîsan bê û dîmengirtin bê astengkirin, îjar em bifikirin dê li girtîgehê çi bê serê wî... Ger li ber girtîgehê tîşortê parêzeran bê çirandin, bifikirin îjar bê li girtîgehan çi diqewime... Divê em bi vî awayî nêzî meseleyê bibin. Civak divê vê yekê bibîne. Meseleya girtîgehan meseleya her kesî ye. Girtî dimirin. Ji bo pêşî li ber vê bê girtin, divê her kes li cem malbatên nobeda edaletê be."   MA / Mehmet Guleş