Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan 2022-10-16 10:56:06 ÎZMÎR - Parêzer Turkan Aslan Agaç diyar kir ku Doza Denîz Poyraz qonaxa bêhiqûqiyê derbas kiriye û edî derketiya asta derqanûniyê û wiha got: “Feraseta ku tiliya wan di cînayetê de heye, peyama ‘destilatdarî em in’ da.”   Kujer Onur Gencer di 17’ê hezîrana sala 2021’an de êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir û ji xebatkarên partiyê Denîz Poyraz qetil kir. 6’emîn danişîna kujer Onur Gencer di 14’ê cotmehê de hat dîtin. Di 5’emîn danişîna dozê de ku di 12’ê cotmehê de hat dîtin, şandeya dadgehê biryar da ku êdî doz li Girtîgeha Şakran a Alîagayê bê dîtin. Parêzerên ku xwedî belgeya rayeyê dema ji bo 6’emîn danişîna dozê hatin Girtîgeha Şakranê û rojnameger, li gel ku di dosyayê de biryara darizandina girtî tune bû jî bi biryara şandeya dadgehê negirtin eywanê.    DARIZANDINA BÊYÎ PARÊZERAN   Parêzerên dozê li dijî vê biryarê îtîraz kirin û xwestin biryara navberê bê dayîn lê ji hêla cendirmeyan ve bi darê zorê ji eywanê hatin derxistin. Lewma jî danişîn bêyî parêzeran dest pê kir. Dema parêzeran dîsa xwest bikevin eywanê, vêcarê jî telefon û kompûterên wan jê hatin standin. Parêzeran got ku rêgeza darizandina adilane û bêalî hatiye binpêkirin û xwestin ku dadger bê guherandin. Lê belê ev daxwaza wan hat redkirin. Parêzeran jî bertek nîşanî biryarê dan û dema ji eywanê derdiketin, şandeyê ferman da cendirme û polîsan ku parêzeran bi darê zorê ji eywanê derxînin. Şandeya dadgehê bêyî parêzeran danişîn domand, li şahidan guhdar kir û mutalaa ji dozger xwest. Dozger, bi sedema “Kuştina bi plankirî” cezayê muebbeta giran, ji bo “binpêkirina parêzbendiya kargehê” û “zirardayîna avahî, tesîs û eşyayên ji hêla partiyeke siyasî û saziyên pîşeyî” jî heta 7 salan cezayê hefsê xwest. Şandeya dadgehê jî daxwaza parêzeran ku dixwestin delîl ji wan re bên dayîn red kir û danişîn taloqî 27’ê kanûnê kir.    PARÊZER HAT DERBKIRIN   Di heman demê de parêzerên ku belgeya wan a rayeyê hebûn û li derve disekiniyan, dema hewl dan bikevin eywanê rastî êrişa cendirmeyan hatin. Endamê Rêveberiya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Ercan Demîr û Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel jî di nav de, gelek parêz rastî êrişa xaza îsotê û TOMA’yê hatin. Di vê navberê de parêzerk ji hêla fermandarê cendirmeyan ve hat derbkirin.    Parêzerên dozê têkildarî bûyerê ji ajansa me re axivîn.    ‘ŞANDEYA DADGEHÊ RÊ LI BER RAGEŞIYÊ VEKIR’    Ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç diyar kir ku şandeya dadgehê pirsgirêka belgeya rayeyê ku di danişînên berê de hatibû çareserkirin, dîsa kir pirsgirêk û wiha got: “Di danişîna 5’an de dîsa kirin ku ev pirsgirêk rê li ber rageşiyê veke. Her wiha şandeyê biryar da ku di biryara navberê de karmendên tenduristiyê li wir bin. Ev jî nîşan dide ku dadgehê armanca êrişeke li dijî me kiriye. Ji bo ku biryara di mijara wekaletê de pêk bînin, girtîgeh hilbijartin. Ji bo ku mirov bikare bikeve kampûsa girtîgehê, divê ji 3 noqteyên cendirmeyan derbas bibî. Me bihîst ku ji deverên cuda yên Îzmîrê cendirme anîne. Divê dozê de yên mexdûr em in. Heta niha hîç tiştekî li eywana dadgehê qewimî ji ber beşdaran derneketiye. Tevahiya rageşiyan an ji hêla bersûc ve yan jî ji hêla şandeya dadgehê ve hatine derxistin.”    ‘DADGEH DERQANÛNÎ TEVDIGERE’   Bi domdarî Agaç da zanîn ku negirtina kompûter û telefonan binpêkirina maf e û wiha pê de çû: “Nahêlin dosyayên dozê bigihijin ber destê me û di dema danişînê de têkiliya me ya bi dinyayê re tê qutkirin. Biryara 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê ne binpêkirina hiqûqê lê raste rast derqanûntiye. Êdî derbasî qonaxeke din bûne. Lewma tiştên di roja înê de hatin jiyîn, tiştên asayî nînin. Li cihê ku divê bersûc lê birûne em hatin rûniştandin. Ev yek nîşan dide ku em aliyê mexdûr nayên dîtin. Ev yek bi zanebûn hat kirin. Diyar e bê ka ev bi kîjan zîhniyetê tê kirin. Kujer Onur Gencer, li eywaneke ku tu kes tê de nîne, ji hêla 80 cendirmeyan vê tê parastin. Ev peyameke. Ew feraseta li pişt êrişê, peyama ‘em hêjta li ser desthilatdariyê ne’ dide. Peyama; ‘em hêj di nava darazê de bihêz in’ didin. Di danişîna 12’ê îlonê de bersûc dixwaze îdianameya doza girtina HDP’ê li dosyaya were zêdekirin. Pir aşkera ye bê ka kê doza girtina HDP’ê vekiriye. Têkiliya bersûc bi wan derdoran re hey. Ji bo ku ew têkilî neyên teşhîrkirin, dosya tê revandin. Li gorî min guherandina şandeya dadgehê û hilbijartina dadgerên nû jî têkiliya xwe bi vê re heye.”   DERBASÎ QONAXA DARIZANDINA BÊPARÊZER BÛNE   Di berdewamê de Agaç got ku şandeya dadgehê dixwaze cezayekî bide Gencer û bi ser dosyayê bigire û wiha derbirî: “Li gorî min daraza li ber mirinê, bi dosyaya Denîz Poyraz re êdî mir. Ji ber ku naxwazin parêzer li eywana danişînê bin. Derxistina parêzeran ji eywana danişînê, amadekariya darizandinên bêparêzerin. Daraz, bi tevahî siyasî bûye. Tiştên li Girtîgeha Şakranê qewimîn, faşîzm e. Sedema vê jî nêzikatiya şandeya dadgehê ye. 79 baroyan ev êriş û sepan şermezar kirin. Em ê di danişîna din de hîn bihêztir tev li bibin. Em ê li Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran giliyê şandeya dadgehê bikin.”    'DÊ NEKARIN XWE JI ME XELAS BIKIN’   Ji parêzerên dozê Abdulmecît Yildirim jî cara ewil weke parêzerê beşdaran hatiye Girtîgeha Şakranê û ev tişt anî ziman: “Lê belê miameleya hêjayî me hatiye dîtin, bi mimaleya li dijî gelê kurd re heman miamele bû. Em bi zehmetî beşdarî danişînê bûn û dest danîn ser kompûter û telefonên me. Dibêjin dosyaya terorê nîne lê tevahiya şaxa terorê xistibûn hundir. Destûra telefonên me nedan lê hemû peywirdarên TEM’ê bi telefonên xwe ketin hundir. Ji destpêkê ve hewl didin vê dosyayê ji me birevînin. Me heta niha bi berxwedana xwe rê neda vê. Çi dikin bila bikin dê nekarin xwe ji me xelas bikin. Ev ne cara ewile ku em xazê dixwin û ne jî dê bibe cara dawî. Lê dê nekarin me bi vî awayî bitirsînin. Inyeteke şandeyê ya wisa nîne ku kesên li pişt cînayetê tespît bike. Bi sedan daxwazên me hatine redkirin. Serokê dadgehê nû hatiye û me ne weke mexdûr lê bersûc dibîne. Em ê destûrê nedin wan.”    MA / Tolga Guney