Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike 2022-10-16 12:33:29 RIHA - Têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike. Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bal kişand ser teqîna grîzû ya li Bartinê û wiha got: “Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike. Ev ne qeza lê cînayet e. Heq, hiqûq, edalet.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 587’an de berdewam kir. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bal kişand ser teqîna girîzû ya li navçeya Amasra ya Bartinê ku di encamê de 41 karkeran jiyana xwe ji dest da û ev peyam parve kir: “Gelek tişt hene ku divê bên gotin. Hemû kes baş bi bûyerê dizane. Li holê sûcekî li dijî mirovahiyê heye û ev sûc 4 sal in ji raya giştî tê veşartin. Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike. Ev ne qeza lê cînayet e. Heq, hiqûq, edalet.”