Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin 2022-10-16 14:04:39 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku mirina tu karkeran û biryarên şer ji ber xwe ve çênabin û wiha got: “Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin. Tekane vebijêrka me, kesên hewl didin rejîma berê têxin meriyetê nîne. Vebijêrka herî rasteqîn, Rêya Sêyemîn e.”   Partiya Çep a Kesk, 2’yemîn Kongreya Awarte bi dirûşma “Em li vir in, dê bi hev re bi ser kevin”  li 2’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar jî di kongreyê de axivî.    SANCAR: EM XEMGÎNIN LÊ BIHÊRS IN    Sancar, ji ewilî bal kişand ser faciaya madenê ya li Bartinê û wiha got: “Kelecana me gelek mezin e lê em nikarin vê kelecanê bijîn. Em xemgîn in û dilê me diêşe lê hêrsa me mezin e. Êşa birayên me yên kedkar, ketiye pêşiya her tiştekî. Ev hêrs, dê bibe mezintirîn çavkaniya guherandina vî welatî. Ya ku li Amasrayê qewimî ne qeza lê komkujî ye. Bi tu awayî weke qeder nayê qebûlkirin. Cînayetên kar, qeder nîne. Xizanî, nelirêtî, polîtîkaya şer û talankirina xwezayê qeder nînin. Ev, stûnên rejîma AKP’ê ne ku faşîzma AKP’ê dixwaze bi cih bike. Berpirsyarê komkujiya li Amasrayê ev rejîm e.   EM Ê VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN   Ev rejîm, veguheriye rejîma kedxwarî û xwînê. Di vê pergalê de nan biha ye lê ked erzan e. Di vê pergalê de jiyan û debar biha ne lê can erzan e. Di vê pergalê de têkoşîna heqîqetê biha ye lê heqareta li gel tê kirin erzan e. Di vê pergalê de têkoşîna heysiyetê biha ye lê êriş û nelirêtî erzan in. Di vê pergalê de şer û derew erzan in lê têkoşîna aştiyê biha ye. Em ji bo guherandina vê rejîmê li vir in. Em ê ji bo heysiyet û jiyaneke ekolojîk li vir in.    PERGAL JI BO ŞER SÎNORAN NAS NAKE   Ev pergal di kedxwarî, talan û şer de sînoran nas nake. Em jî dê di têkoşînê de tu sînoran nas nekin.  Pêdiviya vî welatî bi hêviyên alternatîf û rasteqîn heye. Çavkaniya vê hêviyê jî mezinkirina têkoşînê ye. Divê em hemû derdoran bînin ba hev û têkoşîneke xurt ava bikin. Tenê gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê jî nîşan dide bê ka ruhê vê pergalê çawa ye. Tu rêz û hurmeta wî bo jiyana mirovan û kedê nîne. Tenê talan, dizî, kedxwarî û polîtîkaya şer heye. Êdî bese.   Weke kesekê ku kevneşopiya têkoşîna Partiya Çepa Kesk nas dike, em serfiraz in ku îro berhemên têkoşîna wan a mezin dibînin. Bi vê kongreya xwe peyameke dîrokî didin.    EM Ê BI HEV RE SERBIKEVIN   Tu mirinên karkeran û biryarên şer ji ber xwe ve çênabin. Ev biryar, ji hêla rejîmê ve hatin dayîn ku bi sala ye hewl dide xwe li ser pêyan bigire. Em xwedî wê polîtîka û vînê ku vê pergalê biguherînin. Barê me ji barê her demê girantir e û berpirsyartiya me hêj bêhtir e. Ya herî girîng ew e ku em jiyaneke wekhev û azad, komareke demokratîk ava bikin. Tekane hêza ku bikare vê pêk bîne jî meşa bi hev re ya bindestan e. Em niha bihêztir dibin û hêviya rasteqîn mezintir dikin. Em ne neçarî rejîma xwîn, talan û derewan in û ne jî neçarî vebijêrka rejîma berê li me ferz dike ne. Rêya Sêyemîn heye. Jiyaneke aboriyê ya li ser nirxê kedê hatiye avakirin e. Armanca vê rêyê ew e ku welatekê ku em tevek bikarin tê de birûmet û azad bijîn ava bike. Vebijêrka rasteqîn e. Em bi hev re diafirînin û bi hev re dê mezin bikin. Em ê teqez bi ser kevin. Em ê bi hev re ser bikevin û bi hev re biguherînin.”   Kongre, bi axaftinên nûnerên partiyên siyasî didome.