Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel 2022-10-16 15:14:35 ENQERE - Piştî Girtîgeha Evînê, bi mebesta piştevaniya bi serhildana gel a li dijî rejîma Îranê, girtiyên li girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî dest bi berxwedanê kirin.  Çalakiyên li dijî qetilkirina Jîna Emînî yên li Îranê berdewam in. Çalakî niha li gelek bajarên Îranê berdewam in û hat ragihandin ku li Girtîgeha Evîn a li Tehranê şewat derketiye. Li gorî agahiyên dawî, girtiyên siyasî yên li qawîşên 7 û 8’an, bi mebesta piştgiriya bi çalakiyan re şewat derxistiye. Berxwedana girtiyan di tevahiya şevê de dom kir û ji ber ku xetên li wê herêmê hatine qutkirin, tu agahî jê nayên girtin.    Hat zanîn ku girtiyên ku derketin hewşa girtîgehê, dirûşma “Bimre Hamaney” berz kirin. Li gorî agahiyên ji Sendîkaya Karkerên Azad; şevê din saet derdora 21.00’an de girtiyên li qawîşên 7 û 8’an dest bi çalakiyê kir. Hat zanîn ku piştî çalakiyê gelek caran dengê çekan hat û ev deng ji hêla welatiyên hatine ber deriyê girtîgehê ve hatin kişandin. Xetên neguhêr ên girtîgehê jî hatibûn qutkirin.    GEL RÊYÊN BER BI GIRTÎGEHÊ VE GIRTIN   Gelek girtiyên ku ji qawîşên xwe derketin, li hewşa girtîgehê kom bûn û li dijî Hamaney dirûşm berz kirin. Rojek berê jî gardiyanan bi ser qawîşan de girtibûn û îşkence li girtiyan kiribûn. Girtiyan jî li dijî vê îşkenceyê li ber xwe dabûn. Piştî şewata li Girtîgeha Evînê, Besîç û hêzên taybet ber bi girtîgehê ve hatin şandin û welatiyên ku li ser rêyên ber bi girtîgehê ve diçûn disekiniyan, rê ji hatin û çûnê re girtin. Hat zanîn ku jinên girtî jî piştgirî dan serhildana girtiyan. Li gorî agahiyan, hêzên ewlekariyê bombeyên deng avêtin qawîşan û ji ber vê jî şewat derket. Hat ragihandin ku girtiyê siyasî û aktîvîst Masoud Kazemî jî piştgirî da çalakiyê.    'HEKE JI DESTÊ WAN BÊ DÊ HEMÛ KESÎ QETIL BIKIN’   Demekî kin beriya berbelavbûna  çalakiyê, girtiyekî siyasî yê ku li qawîşa 8’an tê ragirtin saet di 21.15’an de beşdarî bernameya Radyo Fardayê bû û ev agahî dan: “Polîsan bi guleyên rast û cifteyan êrişî girtiyan kir. Gelek girtî hatin îşkencekirin. Herî kêm 15 kes ji ber guleyên rast birîndar bûn. Fermandarê girtîgehê mîralay Mahmoudî 50 girtiyên siyasî copan derb kir û gefa kuştinê xwar. Ji qawîşan dengê lêdanê û qêrînan tê. Li girtîgehê rêveberiya awarte hat ragihandin. Girtî tên îşkencekirin. Heke ji destê wan bê dê hemû kesî qetil bikin. Ez banga piştevaniyê li her kesî dikim.”    Piştî serhildana li Girtîgeha Evînê ku gel weke “Zanîngeha Evînê” pênase dike û gelemperî parêzer, xwendekarên zanîngehê, akademîsyen û aktîvîst lê tên ragirtin, li Tehranê çeng hat lêxistin ku tenê di dema şer de tê lêxistin.    GIRTÎ XISTIN HUCREYAN   Li gorî agahiyên dawî; girtiyên siyasî yên ku di dema serhildanê de çalak tevgeriyayîn, ji girtyên din hatine cudakirin û niha di hucreyan de tên ragirtin. Hevjînê girtiya siyasî Narges Mohammadî yê bi navê Takî Rahmanî têkildar ê mijarê li ser Twîtterê ev peyam parve kir: “Xetere li ser jiyana girtiyan heye. Ji ber sedemên ku baş nayên zanîn, li qawîşa 7’an pevçûn dest pê kir. Gardiyanan êrişî qawîşên din jî kirin. Ji jiyana girtiyan hikûmet berpirsyar e.”    Rojnameger Farîd Lotfabadî jî da zanîn ku rojnameger Amîr Abbas Azermvand û girtiyên din ên li qawîşa 8’an tên ragirtin, birine cihekî nediyar. Lotfabadî, diyar kir ku ev agahî ji hevjîna Azermvandî stendiye.    NAYÊ ZANÎN BÊ KA GIRTÎ BI KU DE BIRINE   Di saetên serê sibehê de jî gelek ambûlans û 2 otobûs ji girtîgehê derketin. Nayê zanîn bê ka kî di wan wesayîtan de bûn û bi ku de birine. Mihafizên şoreşê, li ser gelek rêyên ber bi girtîgehê ve diçin noqteyên kontrolê danîn.    BERXWEDANA LI GIRTÎGEHÊN TEBRÎZ Û SINEYÊ    Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku ji bilî Girtîgeha Evînê, her wiha girtiyên li Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî dest bi berxwedanê kirin. Dîmenên berxwedana her du girtîgehan li ser medyaya civakî hatin parvekirin.    MALBAT ÇÛN PÊŞIYA GIRTÎGEHÊ   Piştî şewata duh a li girtîgehê, malbat û parêzerên girtiyan hatin pêşiya girtîgehê. Tevî ku roja hevdîtina vekirî ya qawîşa jinan bû jî, destûra hevdîtinê nehat dayîn. Dayikeke ku tevî kurê xwe yê 5 salî çûbû serdana hevjînê xwe yê rojnameger, ji hêla gardiyanan ve hat derbkirin û dûrxistin. Rojnamegerekê ku nexwest navê xwe bide da zanîn ku gardiyanan ev gef li dayikê xwar: “Em ê êşa zarok bi we tevan bidin jiyîn.”    Welatiyên ji bo agahîgirtina ji xizmên xwe hatine pêşiya girtîgehê, hêjta li wir disekinin.