Sê madenvan hatin definkirin: Sersarî heye bila hesaba wê were pirsîn 2022-10-16 16:32:41 BARTIN – Sê madenvanên di komkujiya madenê ya li Amasrayê de jiyana xwe ji dest dayîn li gundê Ahatlarê hatin definkirin. Malbatan da zanîn ku di komkujiyê de sersarî heye û xwestin ku hesaba wê were pirsîn.      Di teqîna li kana madenê ya Bartinê de 41 madenvanan jiyana xwe ji dest dan. Ji qurbaniyan 21 jê duh hatin definkirin. Merasîma definkirina madenvanan du roja duyemîn de jî berdewam kir.    Ji madenvanan, cenazeyê Oner Yildiz ê 38 salî piştî merasîma torenê ya li Taxa Kaleşahê birin Safranboluyê. Cenazeyên madenvanên bi navên Şaban Yildirim, Mehmet Bulut û Okan Akgul jî piştî du rojan li gundê wan Ahatlarê hatin definkirin.    ‘LI ŞÛNA MADENÊ CANÊ ME PAQIJ KIRIN’    Di dema definkirina cenazeyan de malbat û xizmên madenvanan xwe li ber êşa giran ranegirtin û giriyan. Xwesûya madenvan Şaban Yildirim a bi navê Nesrîn Akkuş diyar kir ku zavayê wê hefteyek beriya teqînê gotiye; “Bêhna xazê ji madenê tê, em ji wir derxistin û dê wê derê paqij bikin.” Bi domdarî Akkuş ev tişt anî ziman: “Gotibûn ku ‘em ê paqij bikin.’ Lê canên me paqij kirin.”    Piştî torena li Dibistana Amadehî ya Pirbernamayî ya Amasrayê, ji bo definkirinê cenaze ber bi goristana gund ve birin.    ‘ÎHMAL HEBÛ, HESABA WÊ BIPIRSIN’   Malbatên madenvanan di dema definkirina cenazeyan de ji Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan re gotin; “Di komkujiyê de îhmal heye. Hesaba wê bipirsin. Bila berpirsyar bên darizandin.”