Xwendekarên wargeha KYK’a Dêrsimê ji ber xurekan jehrî bûn 2022-10-16 16:51:07   DÊRSIM - Gelek xwendekarên li Wargeha Xwendekarên Jin a Anadoluyê ya KYK’a Dêrsimê ji ber xurekan jehrî bûn.    Li Wargeha Xwendekarên Jin a Anadoluyê ya KYK’a Dêrsimê herî kêm 12 xwendekar ji ber xurekan jehrî bûn. Piştî bûyera jehrîbûnê, dilê xwendekaran rabû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.    Tedawiya xwendekaran didome. Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî li Wargeha Xwendekarên Mêr a KYK’ê û Wargeha Xwendekarên Jin a Ehlîbeytê jî xwendekar ji ber xurekan jehrî bûbûn.