Di êrişa Tirkiyeyê de jinek bi giranî birîndar bû 2022-10-16 18:26:35     NAVEND NÛÇEYAN - Di êrişa Tirkiyeyê ya li dijî herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê de jinek bi giranî birîndar bû.   Li gor nûçeya RojNewsê, Tirkiyeyê îro danê nîvro Gerwî Rob Rolan, Tarisa, Kemkora û Gelî Reş ên girêdayî herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê topbaran kir. Hat ragihandin ku di êrîşê de jinek bi giranî birîndar bûye û rakirine Nexweşxaneya Soran.   Hat zanîn ku Şermîn Esad a dêya 3 zarokan, li herêma Biradostê bi malbatê xwe re bi sewalvaniyê re mijûl dibe.