Siyasetmedarên jin ên Şirnexê: Kesekî tecawizkar çawa tînin Cizîrê? 2022-10-17 09:01:09   ŞIRNEX - Jinên siyasetmedar ên Şirnexê bertek nîşanî tevlibûna Kûrtûlûş Kûş ê bi sûcê tecawizê ya li dijî jinekê tê zanîn dan û wiha gotin: “Em tecawizkar û mihrîcanên wiha naxwazin.”    Di 30'ê cotmehê de li Parka Mem û Zînê ya Cizîr a Şirnexê dê bi sponsoriya qeyûmê navçeyê ve bi navê "Mîhrîcana Muzîkê ya Cizîrê By Mr. Dosso Dossî" mîhrîcan were lidarxistin. Mîhrîcan, wê li ser xirabeyên avahiyên di dema qedexeyan de hatibûn hilweşandin bê lidarxistin. Dihat payîn ku hunermendên kurd Tara Mamedova û Xêro Abbas jî di mîhrîcanê de cih bigirin. Lê bi zêdebûna bertekên gelê kurd re Xêro Abbas paşdegav avêt û ragihand ku dê tev li nebe. Tê gotin ku Mamedova jî tev li nabe lê heta niha daxuyaniyeke fermî nedaye.    Yek ji aliyên sosret ên "mîhrîcana" behsa xeberê jî beşdarbûna kesê bi navê Kûrtûlûş Kûş e ku weke hunermend dê tev li bibe. Kûş, bi sûcê tecawizkirina B.O. tê zanîn û dê  beşdarî "mîhrîcanê" bibe. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û hevserokên HDP’a Şirnexê û Cizîrê bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku tu karê tecawzikarekî li Cizîrê nîne.    'HUNERMEND BI TAYBET HATINE HILBIJARTIN'   Aktivîsta TJA’yê Guler Tunç diyar kir ku lidarxistina mîhrîcanê ya li herêmên ku qedexeyên derketina derve hatibûn ragihandin, yek ji polîtîkayên şerê taybet e û wiha got: "Di nav hunermendên ku tev li mîhrîcanê dibin jî Kûrtûlûş Kûş heye. Ev kes jî ew kese ku çend meh beriya niha tecawizî jinekê kiriye. Heta niha jî ji vê dozê tê darizandin. Dewlet bi zanebûn 7 sal in li ser herêma Botanê polîtîkayên xwe dide meşandin. Ev hunermendên ku hatin hilbijartin jî bi taybet hatine hilbijartin. Ev jî perçeyeke şerê taybet e. Çawa ku leşkerên xwe, cerdevanên xwe û polîsên xwe hildibijêrin û dişînin vê derê, di heman demê de hunermendan jî bi vê hişmendiyê dişînin. Li ser ciwanên kurd û keçên kurd polîtîkayeke cuda didin meşandin. Weke TJA’yê em li dijî van polîtîkayên şerê taybet disekinin. Ji bo wê jî em bang li ciwanên me dikin ku tev li wê mîhrîcanê nebin. Ji ber ku tiştê ku me 7 sal beriya niha bi çavê xwe ditîn me jibîr nekiriye. Kesê ku dibêje min jibîr kiriye, kesê ku xwe winda kiriye. Beriya niha li Sûrê mîhrîcan li dar xistin îro li Cizîrê li dar dixin. Hilbijartina van herêman ne rasthatineke. Li cihê ku hestiyên zarokên Cizîrê hene li dar xistina mîhrîcanê, peyamek e. Ji ber wê divê weke jin û ciwanên kurd li dijî van polîtîkayan bisekinin. Em hemû bi yek dengî bibêjin em tev li mîhrîcanê nabin.”    'DIVÊ XELKÊ ME BEŞDARÎ MÎHRÎCANÊ NEBE’    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Sabuha Akdag jî bertek nîşanî beşdariya Kûş Kuş ê ji sûcê tecawizê tê zanîn da û ev tişt anî ziman: "Ev mîhrîcana ku li Cizîrê tê lidarxistin li gelek deran hate lidarxistin. Bi taybetî jî herêmên ku di salên 2015 û 2016’an de hatine hilweşandin hatin lidarxistin. Armanca van mîhrîcana ew e ku li ser nirxên me û hestiyên zarokên kurd bi destê kurdan bidin lidarxistin. Lê divê ku gelê kurd xwedî li nirxên xwe derbikeve. Ev mîhrîcan ne ji bo gelê kurd tê lidarxistin, ji bo ku li ser nirxên civaka kurd bilîzin li dar dixin. Di nav hunermendên ku tev li dibin tecawizkarek heye. Bi tecawizê ketiye rojevê.  Heke îktidar bi van hunermendan mabe, divê bê zanîn ku rewşa wan pir nebaşe. Ev kesên wisa ku nirxên civakê xera dikin divê ku di mîhrîcanan de cih negirin. Em lê dinêrin û dibînin ku hunermendên ku di civakê de qîmeta wan tuneye tînin mîhrîcanan. Em bang li gelê xwe yê Cizîrê dikin ku tev li vê mîhrîcanê nebin. Ji ber ku cihê ku ji mîhrîcanê re hatiye veqetandin ciheke taybete. Em naxwazin ku gelê me biçe wê derê li ser hestiyên zarokên me bilîze û ev jî nayê qebûlkirin."    'KESEKÊ TECAWIZKAR ÇAWA TÎNIN CIZÎRÊ?'   Têkildarî mijarê Hevseroka HDP'a Cizîrê Zîlan Ecevît jî anî ziman ku bi kesên tecawizkar re li dar xistina vê mîhrîcanê wê birîna Cizîrê kûrtir bike û wiha domand: "30'ê cotmehê, di heman demê de roja ku qeyûm tayînî ser Şaredariya Cizîrê hatiye kirin e. Ev mîhrîcana ku li Parka Mem û Zîn tê li dar xistin, ji bo Cizîra Botan wateya wê cuda ye. Ji ber ku cihê mîhrîcana ku lê tê lidarxistin gelê Cizîrê dibêje, ‘Parka bi xwîn.' Ji bo xelkê Cizîrê ew parkên ku li ber çem hatiye çêkirin hemû jî parkên bixwînin. Ji ber wê jî xelkê Cizîrê li wan parkan rûnanê. Bi zanebûn ew park hatiye hilbijartin. Li dijî vê mîhrîcanê nêrazîbûneke gelek mezin heye. Niha jî hunermendê bi navê Kûrtûlûş Kûş tînin mîhrîcanê. Vî kesî jinek tecawiz kiriye. Keseke xwedî vê nasnameyê çawa tînin Cizîrê? Parkek ku ji bo civaka Cizîrê weke ziyaretê ye, çawa hunermendên wisa tînin ku stran bibêjin. Ev wê êşa Cizîrê ya heyî mezintir bike. Keseke ku wisa hê doza wî didome û weke hunermend bê Cizîrê stranan bibêje ev tişteke sosret e. Em naxwazin ev mîhrîcane li Cizîrê bê lidarxistin. Em weke rêxistina HDP'ê ya Cizîrê bang li gelê xwe dikin ku tev li nebin. Niha ji malbatan û dibistanan re peyaman dişînin ku tev li mîhrîcanê bibin. Dixwazin ku xwendekar tev li mîhrîcanê bibin. Banga me ji wan xwendekaran ev e ku ku tev li vê mîhrîcana ku dijî nirxên me ye, nebin."