Nivîskarê Misrî: Ocalan sembola hemû azadîxwazên cîhanê ye 2022-10-17 09:49:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê ji Misrê Îlhamî El Melîcî bang li hemû azadîxwazên cîhanê kir ku xwedî li doza Abdullah Ocalan derkevin.    Nivîskarê Misrî Îlhamî El Melîcî ku di nava Înîsiyatîfa Ereb a Ji Ocalan re Azadî de cih digire ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya wî axivî.   DI BÊDENGKIRINA WÎ DE BI BINKETIN   El Melîcî bal kişand ser hewldana bêdengkirina Ocalan û got: “10 welat ji bo bêdengkirina rêberê Kurd û sînordarkirina bandora wî ya xurt di nav gelê Kurd de, beşdarî vê komployê bûn.”   El Melîcî wiha axivî: "10 welatan PKK`ê di şexsê serok û damezrînerê wê de kir hedef. Lê partiyê bi saya pergala xwe ya sazûmanî ya ku rêbertî ava kiribû, li ber xwe da. Her wiha bingeha partiyê berfireh bû û leza têkoşîna wê zêdetir bû. Di heman demê de pêşengên wê hêz û îradeya xwe ji fikirê rêbertî digirtin, ew rêberê ku dest ji afirîneriya xwe berneda ku sûrên girtîgeha tirkan a li girava Îmraliyê derbas kir û gihişt gelê Kurd li her derê."   'DIVÊ HER KES JI BO OCALAN HEWL BIDE'    El Melîcî destnîşan kir ku pirsgirêka li hemberî Ocalan tên derxistin ne tenê ya gelê wî ye, lê belê doza azadîxwazên li her derê ye û wiha pê de çû: “Doza mafê mirovan a jiyana bi rûmet e, doza gelên ku dixwazin ji bin nîrê dagirkeriyê rizgar bibin û doza gelan e ku li dijî bikaranînê serî hildidin. Ji ber vê yekê û ji bo mafê rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan ê azadî û jiyana di nav malbat û gelê xwe yê Kurd de, pêwîst e hemû azadîxwazên cîhanê hemû hewldanan bikin.”   Îlhamî El Melîcî herî dawiyê diyar kir ku tecrîda ji aliyê rayadarên Tirkiyeyê ve li ser Ocalan hatiye ferzkirin û bêparkirina wî ji "mafê hêviyê", dîktatoriya rejîma Tirkiyeyê û bêhurmetiya wê ya li hemberî hemû destûr û qanûnên mafên mirovan piştrast dike. El Melîcî got ji bo vê jî pêwîstî bi eşkerekirina pêkanînên vê sîstemê li hemû saziyên navneteweyî yên mafên mirovan heye.