Li Semsûrê 5 kes hatin binçavkirin 2022-10-17 10:40:12   SEMSÛR – Li navçeya Çelîkhanê di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin.   Li bajaroka Bulam ya bi ser navçeya Çelîkhana Semsûrê ve vê sibehê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinan de Ercan Sucu, Abuzer Yaman, Guzel Demirci, Mahmut Yildiz û Hasan Sel hatin binçavkirin. 5 kesên ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê.    Hat hînbûn ku Mahmut Yildiz ê ku hat binçavkirin astengdar e û gelek nexweşiyên wî hene.