Dadgehê derbarê Baroya Amedê de biryara beraetê da 2022-10-17 13:42:06   AMED - Dagehê derbarê rêveberiya Baroya Amedê ya salên 2018-2020’an de ku ji bo bûyerên sala 1915’an daxuyaniya “Qirkirina Ermenan” nivîsandibû, biryara beraetê da.   Derbarê rêveberiya Baroya Amedê ya salên 2018-2020’an de ku ji bo bûyerên sala 1915’an a daxuyaniya “Qirkirina Ermenan” nivîsandibû, lêpirsîn dest pê kir û doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 11’emîn hat lidarxistin.    Serokê Baroya Amedê yê berê Cîhan Aydin û endamên Desteya Rêveberiya Baroyê jê dihatin darizandin. Cîhan Aydin û endamên rêveberiyê parastina xwe kirin û destnîşan kirin ku daxuyaniya wan nabe sûc. Dadgehê biryara derbarê dozê de eşkere kir û derbarê dozê de biryara beraetê da.