11 sal û 7 meh cezayê hefsê li Leyla Guven hat birîn 2022-10-17 13:45:32   AMED - Dadgehê derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de bi îdiaya “propaganedeya rêxistinê kiriye 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê birî.    Danişîna doza ku bi hêceta “propagandaya rêxistinê” li dijî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû vekirin, li Dadgeha Cezayên Giran a 9’emîn a Amedê hat lidarxistin. Guven ji bo parastina xwe bike, bi rêya pergala SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.   Piştî parastina Guven, dadgehê bi îdiaya ku di 3 axaftinên cuda de “propaganadaya rêxistinê kiriye” 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Guven birî.   Dozger di danişîna berê ya 7’ê îlonê de derbarê Leyla Guven de bi giştî 43 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê xwestibû.   Guven li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan tê ragirtin.