Wezareta parastinê derheqê leşkerên ku kunyeyên wan hatine parvekirin de bêdeng e 2022-10-17 14:28:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Di şer û pevçûnên li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê de gelek leşker hatibûn kuştin û kunyeyên hinek leşkeran hatibûn parvekirin. Tevî vê yekê jî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê têkildarî van leşkeran tu daxuyanî nedane û xwe li bêdengiyê dide.    Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê ji hewayî û bejahî êrişeke berfireh dabû destpêkirin. Êrişên Tirkiyeyê 6 meh li pey xwe hişt lê hêj jî tu encam bi dest nexistine. Li gorî daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, di encama şer û pevçûnên 6 mehan de 63 leşker û cerdevan hatine kuştin.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ku bîlançoya şer a 6 mehan hatiye aşkerakirin, di şerê heta niha de gelek leşker hatine kuştin. Di daxuyaniyê de tê gotin ku di nava 6 mehan de 17 jê payebilind, bi giştî 2 hezar û 346 leşker û cerdevan hatine kuştin û 10 helîkopter hatine xistin. Her wiha bi domdarî tê destnîşankirin ku herêm 3 hezar û 491 caran ji hêla balafirên şer ve hatiye bombebarankirin. Li hêla din, di daxuyaniyê de qala bikaranîna çekên kîmyewî tê kirin ku li tevahiya cîhanê weke şerê sûc ê li dijî mirovahiyê tê qebûlkirin û ev agahî hatine parvekirin: “Artêşa tirk di 6 mehan de 2 hezar û 476 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anî.” Di berdewamê de hat gotin ku di şerê heta niha de 153 endamên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dane.    KUNYEYÊN 4 LEŞKERAN HATIN PARVEKIRIN   Bêdengiya li hemberî leşkerên di şer de hatine kuştin û kunyeyên wan ji hêla HPG’ê ve hatine parvekirin jî didome. Di daxuyaniya HPG’ê ya di 31’ê gulanê li ser ANF’ê de bal dikişîne ser veşartina windahiyên leşkeran û navên 4 leşkeran hatibûn parvekirin. Dihat destnîşankirin ku leşkerên bi navên Berbazê Çawişê Biqidem Yûnûs Eylîk, Çawişê Pispor Alî Taşkin (Tûgaya Komandoyan a Sêrtê), Çawişê pispor Mevlût Çetîn û Çawişê Pispor Ahmet Akpinar. Li hêla din kunyeyên leşkerên bi navên Yûnûs Eylîk û Alî Taşkin hatin parvekirin ku dihat gotin di 8’ê îlonê de hatine kuştin.    CENAZEYÊ DI DESTÊ HPG’Ê DE   Di daxuyaniya 10’ê tîrmehê de hat ragihandin ku di pevçûnên li Girê Şehîd Pîrdoxan ê li Girê Amediyê 2 leşker hatine kuştin. HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku navê leşkerekî hatiye kuştin Nacî Kaygisiz e û cenaze di destê wan de ye. Piştre jî dîmenên cenazeyê Kaygisiz hatin weşandin.    NAVÊ 10 LEŞKERAN HATIN EŞKEREKIRIN    Di pêvajoya piştre de jî daxuyaniyên bi heman rengî hatin kirin. Di daxuyaniya 12’ê îlonê de jî hat destnîşankirin ku di 11’ê îlonê de li Girê Cûdî ya Herêma Zapê de pevçûn derketiye û 10 leşker hatine kuştin. Navên leşkerên hatine kuştin jî weke Savaş, Fatîh, Gokhan, Serkan, Burak, Nacî, Harûn, Mert, Oguz û Fûat hatibûn ragihandin. Di heman demê de HGP’ê agahiyeke balkêş dida û diyar dikir ku cenazeyên li qadê ji hêla balafirên şer û topên hewanê hatine bombebarankirin.    WEZARETÊ NAVÊ 4 LEŞKERAN DA   Wezareta Parastinê di 11’ê îlonê de daxuyaniyek da û tenê navên Harûn, Savaş, Gokhan û Fatîh ên di nûçeya ANF’ê hatine destnîşankirin da. Lê belê wezaretê di daxuyaniya xwe de têkildarî aqûbeta leşkerên din tu agahî parve nekirin.