Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana gel mehek li pey xwe hişt 2022-10-17 14:30:28   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Rohilatê Kurdistanê û Îranê têkoşîna azadiyê ya piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir mehek li pey xwe hişt.    Têkoşîna bi daxwaza azadiya ya piştî qetilkirina Jîna Emînî ya li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatiye destpêkirin berdewam dike. Xwepêşandan û berxwedana xelkê Rojhilat û Îranê mehek li pey xwe hişt. Berxwedana gel tevî êrişên çekdarî, girtin û îşkenceya ji aliyê hêzên rejîmê ve tê kirin jî berdewam dike.    Dirûşma “Jin jiyan azadî” hê jî di kolanan de olan dide. Li gor rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê di nava mehekê de hêzên rejîmê 201 çalakvan qetil kirin û bi sedan kes jî birîndar kirin. Tê destnîşankirin ku bi hezaran kes jî hatine binçavkirin.