Rojnameger Dogan dîsa tê darizandin 2022-10-17 15:02:51   AMED - Rojnameger Ayşegul Dogan ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Doza Dogan ji hêla Dadgeha Îstînafê ve hat xerakirin û li ser vê yekê darizandina wê dîsa dest pê kir.   ÎMC TV,  bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Derheqê Koordînatora Bernameyan a ÎMC TV’yê Ayşegul Dogan de bi îdiayên endamtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Di dozê de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Dogan hatibû birîn. Dadgeha Dadî ya Herêmî ya Amedê bi sedema “lêkolîna kêm hatiye kirin” biryar xera kir û îro dîsa dest bi darizandina Dogan kir.   Doz, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dogan û parêzerên xwe Elîf Atakturk Sevîmlî, Mehmet Emîn Aktar û Ahmet Ozmen di danişînê de amade bûn. Şandeya dadgehê da zanîn ku ji bo tespît bikin bê ka Dogan tev li xebatên tên îdiakirin bûye yan na, ji Midûriyeta Emniyetê ya Amedê belge hatine xwestin û ev agahî û belge hatine şandin. Lê belê têkildarî naveroka belge û agahiyan tu agahî nehatin parvekirin.    Piştre jî Dogan mafê axaftinê girt û parastina xwe ya berê dubare kir û beraeta xwe xwest. Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê Berê Ferîdûn Çelîk weke şahid hat guhdarîkirin. Çelîk, got ku Dogan li ÎMC TV’yê dixebite û tu carî di nava xebatên KCD’ê de nedîtiye.    Dozgeriyê jî xwest ku şahidên hêjta nehatine guhdarîkirin bên guhdarîkirin.    BERSIVA EMNIYETÊ    Ji parêzerên Dogan, Elîf Atakturk Sevîmlî jî diyar kir ku miwekîla wê weke rojnameger tev li civînan bûye lê dadgeh guh nade vê rastiyê û hewl dide ceza bide. Sevîmlî, destnîşan kir ku miwekîla wê beşdarî 4 civînên ku emniyet qala wê dike nebûye û di vê mijarê de jî ne wêne û ne jî dîmen hene. Sevîmlî beraeta miwekîla xwe xwest.    DAXWAZÊN PARÊZERAN RED KIR   Ji parêzeran Mehmet Emîn Aktar û Ahmet Ozmen jî destnîşan kirin ku miwekîla wan ji ber pîşeya xwe ya rojnamegeriyê divê biçe derveyî welat û xwestin ku biryara qedexeya derketina derveyî welat bê rakirin.    Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran a rakirina qedexeya derketina derve red kir û biryar da ku şahidên nehatine guhdarîkirin di rûniştina din de amade bin. Danişîn, taloqî 25’ê kanûnê hat kirin.