Li Nîjeryayê lehî rabûn: 600 kesan jiyana xwe ji dest dan 2022-10-17 16:37:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji meha hezîranê heta niha li Nîjeryayê baran dibare û ji ber lehiyan heta niha zêdetirî 600 kesan jiyana xwe ji dest dan û milyonek û 300 hezar kes jî koçber bûn.    Ji meha hezîranê heta niha li Nîjeryayê baraneke zêde dibare û vê baranê rê li ber lehiyan vekir. Di encama karesatan de heta niha 603 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Wezareta Kar û Barên Mirovî ya Nîjeryayê li ser hesaba xwe ya Twîtterê ev agahî parve kir: “Di encama karesatên lehiyan de 2 hezar û 400 kes birîndar bûn.”   Wezaretê zêdebûna mirinan weke astronomîk pênase kir û got ku sedema mirinan jî ew e ku gelek eyaletan ji bo rewşeke wiha amadekarî nekirine. Wezaretê, da zanîn ku di encama lehiyan de 3 milyon û 300 hezar kes neçar man ku ji cihê xwe bar bikin.    Wezaretê bi domdarî wiha got: “Zêdetirî 82 hezar mal û 110 hezar hektar erdên çandiniyê tune bûn.”    Di sala 2012’an de jî li Nîjeryayê karesateke mezin çêbûbû û di encamê de 363 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 2 milyon û 100 hezar kes jî ji warên xwe bûbûn.