ÎHD: Divê Leyla Guven were berdan 2022-10-17 16:48:21   AMED - ÎHD’a Amedê diyar kir ku cezakirina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî xebatên siyaseta kurd darbe ye û xwest Guven bê berdan.   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê têkildarî cezabirîna li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven daxuyaniyek nivîskî belav kir û nerazîbûn nîşan da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Leyla Guven gelek caran bi lêpirsîn û dozên bêhiqûqî re rûbirû maye. ÎHD’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku cezayê li Leyla Guven hatiye birîn darbeyek li dijî xebatên siyaseta kurd e û hat xwestin biryara cezabirîna li dijî Guven bê betalkirin û demildest bê berdan.