Cenazeyên Urper û Hisên ev 22 roj in li ATK’ê tên sekinandin 2022-10-18 11:52:38   MERSÎN - Cenazeyên Dîlara Ûrper û Emek Feremez Hisên ên di çalakiya Mala Polîsan a Mersînê de jiyana xwe ji dest dabûn, ev 22 roj in li ATK’ê tên sekinandin.    Di çalakiya 26’ê îlonê ya Mala Polîsan a Tece ya navçeya Mezîtliya Mêrsînê pêk hatibû de polîsek hatibû kuştin û gelek polîs jî birîndar bûbûn. Endamên HPG’ê Dîlara Urper (Sara Tolhildan) û Emek Feremez Hisên (Rûken Zelal) di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dabûn.    2 MALBAT XWÎN DAN   Cenazeyên perçebûyî yên herdu endamên HPG’ê, di Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Edeneyê de têne sekinandin. Malbata Urper piştî daxuyaniya HPG’ê ji bo ku cenazeyê xwe bistînin serî li Serdozgeriya Komarê dabû. Dozgeriyê ji malbatê ji bo testa DNA’yê xwîn xwestibû. Malbata Urper ji bo encamên DNA’yê diyar bibe xwîn dabû û bêyî ku cenazeyê xwe bigire vegeriyabû mala xwe. Hat zanîn ku malbata Dilşah Ercan a Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû hedef nîşan dabû jî xwîn daye û têkildarî xwîn dayîna herdu malbatan çu encam nehatiye girtin. Ji ber biryara Serdozgeriya Komarê ya Mersînê ya veşartî derbarê dosyeyê de çu agahî nayên bidestxistin.