Alayên AKP’ê li bin posterên Erdogan ên derqanûnî hatin daliqandin! 2022-10-18 12:21:22   AMED - Tevî biryara “derqanûnî” ya Lijneya Hilbijartinê jî posterên Erdogan nayên rakirin. Niha jî li bin posterên Erdogan ên derqanûnî alayên AKP’ê hatin daliqandin.    Beriya Hilbijartinên Referandûmê yên 16’ê nîsana sala 2017’an, di serî de Amedê li seranserî kolanên bajarên bakurê Kurdistanê wêneyên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan hatin daliqandin. Li gel ku bi awayekî derqanûnî hatine daliqandin jî, ev 6 sal in nayên rakirin. Posterên Erdogan gelek caran tên nûkirin û niha jî alayên AKP’ê li bin heman wêneyan hatin daliqandin.    Posterên Erdogan cara ewil di çarçoveya hilbijartina referandûmê ya sala 2017’an de li Bûlwara Riha û Cehdeya Elazigê yên Amedê bi stûnên ronîkirinê hatin daliqandin. Salek piştre beriya Hilbijartinên Giştî yên 24’ê hezîrana sala 2018’an jî ev poster hatin nûkirin û hema hema li her devera bajar hatin daliqandin.    POSTER LI DERVEYÎ QANÛNAN IN   Posterên Erdogan nedihatin rakirin û li ser vê yekê Rêxistina Partiya Demokratîk (HDP) a Amedê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Rezanê da. Lijneya Hilbijartinê serlêdana HDP’ê nirxand û da zanîn ku daliqandina posterên Erdogan derqanûnî ye û biryar da ku ji bo rakirina posterên Erdogan ji Qeymeqamtiya Rezanê û Şaredariya Rezanê re nivîs were şandin.    Lê belê tevî biryarê jî posterên Erdogan nehatin rakirin û berevajî vê gelek caran hatin nûkirin.    ALAYÊN AKP’Ê JÎ HATIN DALIQANDIN   Dihat payîn ku Erdogan di 15’ê cotmehê de bê serdana Amedê. Beriya serdana Erdogan, li bin posterên Erdogan ên bi stûnên li ser Cehdeya Elazig û Bûlwara Urfayê îcar jî alayên AKP’ê hatin daliqandin. Komên trafîkê yên girêdayî Midûriyeta Emniyetê ya Amedê û vînçên bisepet ên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê posterên Erdogan ên kevin bûyîn nû kirin û alayên AKP’ê jî li bin wêneyên Erdogan daliqandin.