ÎHD: Bila berpirsiyarên karesatê yên rasteqîn bên darizandin 2022-10-18 13:26:22   HATAY - ÎHD’a Îskenderûnê xwest ku berpirsyarên rasteqîn ên kareseta madenê yê Amasrayê werin darizandin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îskenderûnê ya Hatayê têkildarî kareseta madenê ya li navçeya Amasraya Bartinê 41 karkeran lê jiyana xwe ji dest da, protesto kir. ÎHD’ê li Bazara Bîtê daxuyanî da û nûnerên rêxistinên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Ji bo karkerên jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin.    Hevserokê ÎHD’a Îskenderûnê Coşkûn Selçûk daxuyanî da û da zanîn ku ji ber tevdîr nehatine girtin karkeran canê xwe ji dest daye û jiyana mirovan tune tê hesibandin û ev ne mirin e cînayeta kar e. Selçûk destnîşan kir ku tu hêcet vê cînayetê nikare rewa bike û xwest berpirsiyarên rasteqîn bên darizandin.