KON-MED’ê bang li gelê kurd kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dakevin qadan 2022-10-18 13:55:19   NAVENDA NÛÇEYAN - KON-MED’ê bi daxuyaniyekê bang li her kesî kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li Herêma Federal a Kurdistanê, dakevin qadan û çalakiyên protestoyî li dar bixin.    Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) îro bi daxuyaniyekê ragihand ku Tirkiyeyê di êrişên xwe yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê de çekên kîmyewî bi kar anîn û di encamê de 17 endamên wan jiyana xwe ji dest dan. Konfederasyona Civakên Kurdistanê (KON-MED) ya Almanyayê jî piştî daxuyaniyê, bi mebesta protestokirina Tirkiyeyê daxuyanî da û banga daketina qadan li hemû kurdan kir.    Daxuyaniya KON-MED’ê ya têkildarî mijarê wiha ye: “Êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê dewam dikin. Tirkiye ji van êrişan mebest dike ku gelê kurd qir bike û Tevgera Azadiyê ya Kurd jî tune bike. Di dema van êrişan de her cureyên sûcên şer tên kirin. Dewleta tirk bênavber çekên kîmyewî bi kar tîne. Di encama êrişên dawî yên bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî de 17 gerîlayên azadiyê şehîd bûn.    NEBIN HEVKARÊN KOMKUJIYÊ   Li gel ku ev kiryarên dermirovî yên deweleta tirk tê wateya binpêkirina qanûnên navneteweyî û sûcên şer in jî, saziyên navneteweyî yên pêwendîdar vê yekê ji nedîtî ve tên. Ev bêdengî tê wateya hevkariya wan a di komkujiyan de. Em bang li hemû saziyên navneteweyî dikin û dibêjin ku bes piştgiriyê bidin polîtîkayên qirker û nijadperest ên dewleta tirk ên li ser gelê me û hêzên azadiyê. Nebin hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê!   BANGA JI BO GELÊ KURD   Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker, ji bo xwedîderketina li gerîlayên azadiyê yên bi lehengî li ber xwe didin, em bang dikin. Li ser vê bingehê em bang li kurdistaniyan û dostên gelê kurd dikin ku dakevin qadan û nerazîbûna xwe nîşan bidin."