Malbatên girtiyan peyama berxwedana li dijî zilmê dan 2022-10-18 16:01:50   ÎZMÎR - Malbatên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin ên Îzmîrê di çalakiya Nobeta Edaletê de peyama berxwedana li dijî zilmê dan.    Malbatên girtiyan ên Îzmîrê bi mebesta tedawîkirina girtiyên nexweş û bidawîkirina sepanên tecrîdê yên li girtîgehan, dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 125’an de li pêşiya Baroya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de malbatan pêşmalkên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Deng bide dengê zindanan” li xwe kiribûn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî" û " Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Karabaglarê jî piştgirî da malbatan.    Ji xizmên girtiyan Hanîfe Gumuş di çalakiyê de axivî û xwest ku daxwaza dayikan a edaletê pêk bê. Bi domdarî Gumuş wiha got: “Dewlet, kesên ku daxwaza edaletê dikin paşguh dike. Çav û guhên xwe li daxwaza edaletê girtiye. Li holê dewletek heye ku bi qanûnên xwe nake. Heke gelê me li dijî wan bi destê hev bigire, dê bikare edaletê pêk bîne. Edaleta vî welatî, di bin betonan de ye. Me tu carî bêedaletî û zilm qebûl nekir û dê qebûl nekin jî. Em dixwazin ku daxwazên zarokên me bên qe bûlkirin û di zûtirin demê de bên berdan.”     'EM Ê LI DIJÎ ZILMÊ LI BER XWE BIDIN’    Piştre jî Hevserokê HDP’a Karabaglarê Îsmaîl Başçi axivî û da zanîn dê edalet bi saya berxwedana gelê kurd bê vî welatî. Başçi, da diyar kir ku di nava 10 rojan de du caran rastî êrişên hêzên ewlekariyê hatine û wiha bi dawî kir: “Di 9’ê Cotmehê û di doza Denîz Poyraz a li Şakranê de êriş li me hat kirin. Em baş dizanin ku kujer Onur Gencer bi tena serê xwe rêhevala me Denîz qeti nekiriye. Li pişt kujer, hêza siyasî heye. Lê em çawa xwedî li nobetên edaletê derketibin dê bi heman awayî xwedî li vê dozê jî derkevin. Dê ji sekna xwe yek gavê paşde neavêjin. Em ji hêzên ewlekariyê re jî dibêjin ku; heke zilma we hebe, me jî berxwedan heye.”