ESP: Tirkiye sûcên li dijî mirovahiyê dike 2022-10-18 19:10:56   NAVENDA NÛÇEYAN - ESP’ê têkildarê dîmenên 2 gerîlayên HPG’ê yên ku ji çekên kîmyewî bandor bûne daxuyanî da û wiha got: “Tirkiye sûcên li dijî mirovahiyê dike."   Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) têkildarê dîmenên 2 gerîlayên HPG’ê yên ku ji çekên kîmyewî bandor bûne daxuyaniyek da.   ESP’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Dewleta Tirkî ya bûrjûwa ku di şerê mêtingeriyê de bi tu awayî nikare li hember gerîlayan bi ser bikeve, çekên kîmyewî bi kar tîne û sûcên li dijî mirovahiyê dike. Nemerdê ku li Amasrayê madenkar qetil kirin û kurdan jehrî dike, yek e. Lewma divê yên li dijî wê têdikoşîn jî bibin yek.”