HDP'ê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bang li raya demokratîk kir 2022-10-18 19:27:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP‘ê destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e û wiha got:" Di serî de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û Neteweyên Yekbûyî, em bang li saziyên navneteweyî yên eleqedar û raya giştî dikin ku bi awayekê bibandortir bixebitin."   Lijneya Rêveberiya Navendî  (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarê bikaranîn çekên kîmyewî, daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   “Îdia û delîlên cidî hene ku Tirkiye di operasyonan de yên ji sala 2021’ê û vir ve li ser axa Iraq û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê bi rê ve dibe, çekên kîmyewî bi kar tîne ku ev ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve wekî sûcê şer tê qebûlkirin. Bi dîmenan de ku herî dawî li ser medyayê hatin belavkirin, ev îdia piştrast dibin.    Ji sala 2021'ê vir ve, dem bi dem nûçeyên bikaranîna kîmyewiyê dikevin rojevê. Îdiayên ku Tirkiye, ne li gorî peymana navneteweyî tevdigere, tên gotin. Ev geşedan, dibin sedem ku gelên herêmî bikevin nava fikaran û rê li ber komkujiyan vedibe. Em cardin destnîşan dikin ku bikaranîna çekên kîmyewî, ne li gorî Konvansiyona Cenevreyê ye, sûcê şer e û bi awayekî eşkere sûcê şer ê li dijî mirovahiyê ye.   Em, bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî van geşedanan deng derxin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi israrkirina di polîtîkayên şer de li welêt dibe sedema krîzan.      Di serî de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û Neteweyên Yekbûyî, em bang li saziyên navneteweyî yên eleqedar û raya giştî dikin ku bi awayekî bibandortir bixebitin.   Her wiha em destnîşan dikin ku divê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê îdiayên têkildarî wesayît û kel û pelên êrîşên kîmyewî yên li ser xaka wan dewam dikin, bi awayekî esas bigire û vê yekê lê bikole.    Divê demildest têkildarê kesên çekên kîmyewî bi kar tînin, tidarek dikin û neqil dikin, lêpirsîn bê kirin.  Em HDP, cardin dixwazin bibîr bixin ku pirsgirêka kurdî heta niha bi rêbazên şer nehatiye çareserkirin û wê ji vir û bi şûn de jî çareser nebe. Yekane rêya rast ji bo welat û gelên me yên herêmê, diyalog û danûstandina li ser bingehê rêya demokrasiyê ye.”