Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê ji sedî 90’î girtiyan hatin sirgunkirin 2022-10-19 10:40:21   MEREŞ - Hate diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê piştî pêkanînên îşkence û serdegirtinên qawişan ên kesên ji derve hatin, ji sedî 90’î girtiyan sirgunî girtîgehên din hatine kirin.    Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstana Mereşê hin kesên ji derve hatibûn bi ser qawişan de girtibûn û îşkence li girtiyan kiribûn, nûçeyên vê yekê hatibûn çêkirin. Hate diyarkirin ku di serdegirtinên qawişan ên bi fermana Wezareta Dadê hatine kirin de ji ber girtî li dijî îşkenceya hatiye kirin derketine xistine hucreyên yek kesî û gelek girtî jî hatine sirgunkirin. Girtiyekî di 30’ê îlonê de li malbata xwe geriyabû diyarkiribû ku kesên xwe weke kontrgerîla dan nasîn bi ser qawişan de girtin û bi kelemçeya bi paş ve îşkence li girtiyan kirin. Piştî sirgun û îşkenceyên hatin kirin Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê piştî di 10’ê cotmehê de serdana girtîgehê kir, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê qewimîn parve kir.    DI HUCREYA YEK KESÎ DE HATIN GIRTIN   OHD’ê di rapora xwe de diyar kir ku gef, îşkence û muameleyeke nebaş li girtiyan hatine kirin, girtiyên li dijî van mûameleyan gilî kirine jî bi awayekî keyfî sewqî hin girtîgehên din hatine kirin. OHD’ê da zanîn ku di navbera 21 û 23’yê îlonê de ji aliyê yekîneyeke ku ji aliyê Wezareta Dadê ve bi taybetî hatiye peywîrdarkirin ve li qawişan lêgerîn hatiye kirin û wiha got: “Ji me re hate ragihandin ku ‘nêzîkatiyeke êrişkar û provokator’ a yekîneya taybet ku hatiye girtîgehê hebû. Di dema lêgerînên hatin kirin de hatiye xwestin ku ji her qawişê 3 girtî dema lêgerînê de bi wan re bin û girtiyên din jî li cihê hewadarkirinê hatine rawestandin. Hate diyarkirin ku di dema lêgerînên di qawişan de heqaret li girtiyan hatiye kirin, tiştên kesayetî avêtine erdê, dolap û tiştên kesayetî dane ber pêhnan. Girtiyên ku di dema lêgerînê de bi tîmên taybet re bûn, ragihandin ku ji ber îtîrazî mûameleya ku li dijî mirovahiyê kirin, îşkence û mûameleyeke nebaş li wan hatiye kirin û ji ser, stu û piştên xwe hatine derbkirin, li ser derbkirinê birine nexweşxaneyê û 3 rojan di hucreyên yek kesî de hatine girtin.”   POLÎTÎKAYA BÊ CEZATIYÊ DI DEWRÊ DE YE   OHD’ê diyar kir ku tevî girtiyan têkildarî îdiayên îşkence û mûameleya nebaş gilî kirine jî derbarê yekîneya taybet a ji aliyê Wezareta Dadê ve hatiye peywîrdarkirin de tu lêpirsîn nehatine destpêkirin û politikaya bêcezatiyê hatiye pêkanîn. OHD’ê da zanîn ku piştî lêgerîna hate kirin, derbarê girtiyan de bi hincetên “bertek nîşanî îşkence û mûameleya nebaş dane” , “di qawişan de erzakê zêde dane peydakirin” û “Ji yekê zêdetir radyoyên kurtepêl hene” 11 roj cezayê hucreyê hatiye dayîn û nêzî ji sedî 90’î girtiyan di 28’ê îlonê de bi awayekî keyfî sewqî bajarên Antalya, Konya û Erziromê kirine.    GIRTIYÊN KU HATINE SIRGUNKIRIN   OHD’ê ragihand ku Hasan Goksungur, Mûstafa Reşît, Erdal Laçîn, Huseyîn Torûnoglû, Yalçin Keskîn, Mehmet Ayçîçek, Abdûllah Hasan, Mûhammet Bablîs, Îdrîs Hasan, Abdûllah Demîr, Îzzettîn Sayan, Îzzet Îşgîl û Ahmet Îsmaîl sirgunî Girtîgeha Erziromê hatin kirin. Adil Abî, Turkmen Şahîn, Salîh Şîmşek, Kadîr Temel, Kemal Demîrbaş, Ahmet Bîlge sewqî Girtîgeha Antalyayê hatin kirin. Mehmet Yoldaş, Şafî Yildirim, Bedrettîn Kaya, Îzzettîn Sayan, Veysel Kûrt, Abdulkadîr Temel û Serdar Koç sirgunî Konyayê hatin kirin û Vedat Oruç û Abdo Şeyho (girtiyê nexweş) sirgunî Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê hatine kirin.    DI DEMA SIRGUNAN DE MÛAMELEYA NEBAŞ   OHD’ê destnîşan kir ku di dema sirgunan de jî mûameleya nebaş li girtiyan hatiye kirin û ev tişt gotin: “Divê ji ber hemû binpêkirinên mafan ên li dijî hiqûqê yên yekîneya taybet a ji aliyê Wezareta Dadê ve ji bo qawişên girtîgehê lêgerîn bikin hatine peywîrdarkirin, derbarê berpirsyaran de kontroleke bi bandor a îdarî û edlî bê kirin. Ji ber vê yekê li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê pêk hatine di serî de Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê vedixwînin ser peywîrê.”