KCD, TJA, HDP, DBP: Ji bo parastina rûmeta mirovahiyê divê hemû kes bikeve nava tevgerê 2022-10-19 11:04:45   AMED - KCD, TJA, DBP, HDP’ê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kir ku bi kar anîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bang li gelê kurd û raya giştî ya navneteweyî kir ku ji bo parastina rûmeta mirovahiyê bikevin nava liv û tevgerê.      Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) têkildarî bi kar anîna çekên kîmyewî ya li Herêma Federal a Kurdistanê ji hêla Tirkiyeyê ve ku dîmenên wê hatibûn parvekirin, daxuyanî didin.  Daxuyanî li Buroya Şêwirînê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ya Amedê tê dayîn û nûnerên partiyên siyasî diaxivin.    ‘SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ TÊ KIRIN’   Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku Tirkiye di êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî başûrê Kurdistanê de çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha got: “Ev şer, di sala 2015’an de bi girankirina tecrîda li Îmraliyê re dest pê kir. Desthilatdariya AKP-MHP’ê konsepta xwe ya şer hêj kûrtir kir. Ev desthiltdarî, sûcên li dijî mirovahiyê dike. Hemû çekên qedexekirî û çekên kîmyewî li Kurdistanê bi kar tîne. Dewletên di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih digirin van çekan didin Tirkiyeyê.”    ‘BÊDENGÎ WAN BÊHTIR BI CISARET DIKE’   Di berdewamê de Ozturk da zanîn ku NY’yê di sala 1925’an de bi Peymana Cinevê re bi kar anîna çekên kîmyewî qedexe kiriye û wiha pê de çû: “Weke sûcekê li dijî mirovahiyê qebûl kir. Gelek caran bangawazî hatin kirin lê di serî de NY, tu szî neketin nava hewldanan û xwe li bêdengiyê danîn. Êdî raya giştî vî sûcê li dijî mirovahiyê bi dîmenan dibîne. Bêdengiya parastvanên mafên mirovan, cisaretê dide Tirkiyeyê. Banga me ji bo kesên demokrasî û azadiyê diparêzin ev e; rûmeta mirovahiyê li Kurdistanê tê binpêkirin. Em nikarin bi bêdengiya xwe xwedî li rûmeta mirovahiyê, demokrasî û azadiyê derbikevin. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê em li her qadê li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.  Divê ev bertek bi daxuyaniyan bi sînor nemînin û kesek bêdeng nemîne. Nexwe bi vî rengî em jî dibin şirîkên vî sûcî. Li hêla din hewceye ku hikûmeta Iraqê li dijî dagirkerî û bi kar anîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê gavan biavêje.”    ‘MIROVAHÎ DEYNDARÊ KURDAN E’   Ozturk, di berdewamê de bang li parastvanên mafên mirovan ên Tirkiyeyê kir û wiha got: “Divê êdî hemû kes bikeve nava liv û tevgerê. Gelê kurd li Rojava mirovahî parast, rûmeta mirovahiyê parast û bi ser ketin. Mirovahî, deyndarê kurdan e û ji bo ku vî deynê xwe bidin jî hewceye dengê xwe derxînin. Ji bo parastina rûmeta mirovahiyê divê ji îro ve bikevin nava liv û tevgerê. Divê li dijî kesên kurdan weke laboratuarekê dibînin bikevin nava liv û tevgerê. Sedema jî Helebçe pêk anî. Heke wê rojê bertek bihatina nîşandan, Tirkiyeyê dê îro ev cisaret nekira. Ji ewil jî divê gelê me yê başûrê Kurdistanê li dijî van êrişan dengê xwe derxîne. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê li dijî êrişên ser Kurdistanê bêdeng nemînin. Dê desthilatdariya AKP-MHP’ê teqez hesaba van sûcên şer bide.”    ‘DIXWAZIN KURDAN QIR BIKIN’   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun jî bi bîr xist ku AKP’ê bi “Plana Têkbirinê” re tecrîda girankirî ya li Îmraliyê girantir kiriye û ev tişt anî ziman: “Konsepta şer xistin meriyetê. Bi kar anîna çekên kîmyewî ya li başûrê Kurdistanê jî parçeyeke vî şerî ye. Dixwazin kurdan qir bikin. Dîmenên bi kar anîna çekên kîmyewî hatin parvekirin. Divê raya giştî ya cîhanê li dijî vê hovîtiyê bêdeng nemîne. Li gorî bîlançoyên hatine parvekirin, di nava şerê 6 salan de 3 hezar caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Desthilatdarî siyaseta xwe li ser şer dimeşîne. Divê gelê vê qebûl neke. Bi kar anîna çekên kîmyewî qedexe ye. Divê tu kesê xwedî wijdan li dijî vê komkujî û sûcê li dijî mirovahiyê bêdeng nemîne. Ev nayê qebûlkirin. Ev dîmen, şerma raya giştî ya cîhanê ye. Heke ew çek îro li dijî kurdan werin bikaranîn, dê sibe li dijî gelên din jî bên bikaranîn.”    ‘LI KURDISTANÊ ŞERÊ BÊNÎZAM’    Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek jî di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ev 100 sal in li dijî kurdan çekên kîmyewî tên bikaranîn, Çîftyurek, bi domdarî daxuyand ku ev demekî dirêj e li başûrê Kurdistanê şerekî bênîzam tê meşandin û wiha domand: “Em vî şerê derqanûnî şermezar dikin. Tirkiye ev sed sal in van çekan bi kar tîne. Sedam jî bi kar anî. Lê nekarî pêşî li ber têkoşîna azadiyê bigire. Ya ku Tirkiye dike, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê di zûtirin demê de dest bi bikaranîna çekên kîmyewî berde. Dê bi tundiyê nekarin tiştekî bi dest bixin.”    AYDENÎZ: PDK Û BARZANÎ HEVKARÊN SÛC IN   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî têkildarî mijarê wiha axivî: “Tirkiye ev demekî pir dirêj e çekên kîmyewî bi kar tîne. Ji roja damezirandina komarê heta niha li dijî kurdan her cureyên komkujiyan kirin. Bi kar anîna çekên kîmyewî yên li başûrê Kurdistanê, encama rastiya şerê sedsalî ye. Tirkiyeyê ji bo ku azadiya kurdan ji holê rake, bi dehan caran serî li rêya bi kar anîna çekêk kîmyewî da.    Şandeya bijîşkên navneteweyî ji bo pêşîlêgirtina şerê nukleerî raporek parve kirin. Di raporê de hat gotin ku bi kar anîna çekên kîmyewî tespît kirine. Tirkiye îro jî bi saya piştevaniya NATO’yê, bêdengiya hêzên navneteweyî û xemsariya raya giştî û parastvanên mafên mirovan, bi rehetî sûcên şer dike. Kesên alîkariyê didin, yên xemsar tevdigerin û yên bêdeng dimînin jî hevkarên vî sûcî ne. Gelek caran hat gotin ku Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne. Gelek caran şandeyan hewl dan biçin lêkolîn bikin. Lê astengiyên li pêşiya wan hatine derxistin baş nîşan dide ku ev çek tên bikaranîn. PDK û malbata Barzanî ku nahêlin şande biçin başûrê Kurdistanê, dest danin ser maskeyên li dijî çekên kîmyewî, xaka başûrê Kurdistanê pêşkeşî dagirkeriya Tirkiyeyê kiriye û rê daye ku bi dehan baregehên leşkerî li wir ava bike, hevkarê vî sûcî ye. Dema PDK’ê van tiştan dike, bi hevkariya xwe ya bi Komara Tirkiyeyê re helwesta xwe ya li dijî kurdê azad jî nîşan dide.    BÊDENGIYA MUXALEFETÊ   Divê gel û partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê û çar parçeyan dengê xwe bilind bike. Nayê qebûlkirin ku muxalefeta Tirkiyeyê li dijî kesên zarokên vî gelê bi hovane qetil dikin, li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku şerên sûc dike bêdeng bimînin. Tevî vê yekê jî tên Kurdistanê û ji gelê kurd dengan dixwazin. Ev yek, durûtî ye.    DÊ GEL DEV JI AZADIYA XWE BERNEDE   Weke ku hûn jî dizanin, Erdogan di 23’yê cotmehê de tê Amedê. Serokê vê desthilatdariya ku ewqas sûcên şer kiriye dê bi kîjan rû were Amedê, Kurdistanê? Weke gelê kurd em dibêjin ku naxwazin Erdogan bê Amedê, Kurdistanê. Tu kes bi hêza fîzîkî, bi teknîk, çekên kîmyewî û çekên qedexekirî re nikare bi ser keve. Yên ku têkoşîna birûmet dimeşînin dikarin bi ser kevin. Yên ku vî şerê qirêjî dimeşînin, dê biçin sergoya dîrokê. Bi sala ye li dijî gelê kurd sûcê şer tê kirin. Duh li Helebçe û Zozanên Şênê, îro jî li Avaşîn, Zap, Metîna û xaka başûrê Kurdistanê dikin. Gelê kurd heta niha çawa li ber xwe dabe û dev ji têkoşîna azadiyê bernedabe, dê îro jî li dijî çekên kîmyewî têkoşîneke hevpar bimeşîne. Dê ev gel xwedî li zarokên xwe derkeve. Ev gel, xwedî kevneşopiyeke têkoşînê ya 50 salan e û dê dev ji azadiya xwe bernede. Dê gelê me hesaba dîmenên li ser medyaya civakî tên parvekirin, bipirs e.    BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ KIR   Divê ji OPCW’ê heta WHO, NY, YE, rêxistinên tenduristiyê û LAHEY’ê, hemû sazî têkildarî bi kar anîna çekên kîmyewî bikevin nava hewldanan. Bêdengî û pêkneanîna peywira xwe, berevajî rol û mîsyona van saziyan e. Divê di zûtirin demê de ji bo bi kar anîn çekên kîmyewî û yên qedexekirî bikevin nava hewldanan. Ya ku îro Komara Tirkiyeyê dike, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Hewceye her kesê ji xwe re dibêje mirov, nivîskar, hunermend û saziyên navneteweyî li dijî vê wehşetê dengê xwe derxînin.    DIVÊ KESEK LI DIJÎ SÛCÊN ŞER BÊDENG NEMÎNE   Em ê her roj li dijî bi kar anîna çekên kîmyewî û yên qedexekirî têbikoşin. Ev wehşet, li dijî mirovahiyê tê kirin. Gelê kurd bi sala ye ji bo mirovatî, demokrasî û azadiyê têdikoşe. Dê vê têkoşîna xwe bidomîne jî lê divê em bi hev re mil bidin vê têkoşînê. Ji bo ku nebin hevkarên van sûcan, divê hemû derdorên demokrasîxwaz bi hev re têbikoşin. Bi vê rojevê em ê sibe li gelek bajaran daxuyaniyan bidin.  Di serî de gelê kurd, divê hemû kes piştgiriyeke xurt bide û tev li daxuyaniyan bibe. Em ê tu carî li hemberî van sûcên şer û vê zîhniyeta qirker bêdeng nemînin. Mebesta vê faşîzmê jî ew e ku bi rêya bêdengî û belavkirina tirsê, hebûna xwe saz bike.”