Qeyûm otogara ku bi 2 milyonan çêkir bi bihayê 22 milyon û 550 hezar TL’an da îhaleyê 2022-10-19 11:57:52   AMED - Otogara Navçeya Pasûrê ku ji hêla qeyûm ve bi bihayê milyonek û 950 hezar TL’an hatibû çêkirin û tenê yek rojê jî nehat bikaranîn û piştre hat xerakirin, îcar bi 17 milyon û 485 hezar TL’an da îhaleyê. Bi KDV’ê re dê otogar bi 20 milyon û 600 hezar TL’an bê çêkirin.    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, otogara navçeyê ya Pasûrê bi bihayê milyonek û 950 TL’an da çêkirin. Ji ber ku hîmê otogarê baş nehat avêtin, bi xetereya hezanan re rû bi rû ma. Li gel ku bi ser dîroka teslîmkirinê re 4 sal derbas bûn, hêj jî neketiye meriyetê. Projeya otogarê ku bi şirîkatiya qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê Cûmalî Atîlla û qeyûmê Şaredariya Pasûrê Fatîh Dulgeroglû ku ji ber lêpirsîna “FETO” yê ji peywirê hatibû dûrxistin, di 4’ê nîsana 2018’an de dan îhaleyê. Îhale, ji hêla Nurfe Înaşat’ê ve bi bihayê milyonek û 950 hezar TL’an hat girtin. Piştî îhaleyê jî çêkirina otogarê dest pê kir û di 11’ê mijdara 2018’an de hat temamkirin. Otogar, di adara 2019’an de tevî avahiyên din ku bi bihayê 11 milyon û 500 hezar TL’an bû, hat vekirin. Ji bo vekirina otogar, stadyum, Navenda Çandê ya Mehmet Akîf Ersoy û mizgeftê, Waliyê Amedê yê demê Hasan Basrî Guzeloglû, Parlamenterê AKP’ê yê Amedê Mehdî Eker, qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cûmalî Atîlla û qeyûmê Şaredariya Pasûrê  Fatîh Dulgeroglû amade bûn.   Lê belê li gel ku bi ser teslîmkirina otogarê re 4 sal derbas bûn jî, bi tu awayî neket meriyetê. Hat zanîn ku hîmê otogarê baş nehatiye çêkirin û hezan çêdibin lewma jî otogar nakeve meriyetê.    DÊ VEGUHÊZIN FARQÎNÊ   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser vê yekê biryar da ku otogarê veguhêzîne navenda Farqînê. Ji bo ku otogarê veguhêzin Farqînê, bi navê “Karê demontekirina avahiya termînala navçeya Pasûrê û veguhestina wê ya li Farqînê û çêkirina montaja wê” dan ber îhaleyê. Ji bo avakirinê 180 roj weke mihlet hatiye dayîn û bihayê îhaleyê nehat ragihandin. Îhale cara ewile tê kirin û tu fîrma neketin îhaleyê. Şaredariya Bajarê Mezin 6 meh piştre dîsa ket navberê û di cotmeha 2022’yan de dest bi jêkirina otogarê kir. Lê belê şaredariyê têkildarî karê dihat kirin raya giştî agahdar nekir.    DÊ BI 22 MILYON Û 550 HEZAR TL’AN BÊ ÇÊKIRIN   Ji bo ku li şûna otogara ku tê veguhestin yeke nû bê çêkirin, Şaredariya Bajarê Mezin ji bo çêkirina otogareke nû ya li şûna otogara di 15’ê îlona 2022’yan de hatiye jêkirin, îhale da destpêkirin. Bihayê îhaleyê jî weke 21 milyon û 573 hezar û 18 qûriş hat destnîşankirin. 5 fîrma tev li îhaleyê bûn û li gel ku Kargeha Lîmîted Pîşesazî Bazirganî Întegral Makîne Înşaet Çandinî Petrol û Xizmetên Endezyariyê ya Zekî Tapanci bi bihayê 17 milyon û 485 hezar TL’an pereyê herî kêm da jî îhale wergirt. Li gel baca KDV’ê ya ji sedî 18 ku şaredarî li xwe digire, bihayê îhaleyê bû 20 milyon û 600 TL. Bi îhaleya nû re maliyeta giştî ya otogara nû ku dê li Pasûrê bê çêkirin dê bibe 22 milyon û 550 hezar TL.