Di Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar a Ozgur Gundemê de daxwaz redkirina dadger 2022-10-19 14:44:32   STENBOL – Di Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar a Ozgur Gundemê de ji bo dadgerê endam Mûrat Bîrcan ku di demên berê de ji AKP’ê bûbû bernamzet daxwaza redkirina dadger hat kirin.    Rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Ji bo piştevaniya bi rojnameyê re Kampanyaya Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar a Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin. Bi hinceta ku tev li nobetê bûne, derheqê Şebnem Korur Fîncanci, Ahmet Nesîn û Erol Onderoglû de doz hatibû vekirin û di dozê de biryara beraetê hatibû dayîn. Lê kesên navborî bi heman îdiayê dîsa hatin darizandin û danişîna dozê îro li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Di danişînê de Onderoglû û parêzer Abbas Yalçin û Merîç Eyûpoglû amade bûn.    Parêzer Abbas Yalçin di danişînê de mafê axaftinê girt û wiha got: “Ji dadgerên endam Mûrat Bîrcan, di hilbijartinên sala 2018’an de ji AKP’ê bûbû bernamzet. Lewma jî ev doz nepêkan e ku bi awayekî adilane bê kirin. Bi vê sedemê dixwazim ku di vê dozê de dadgeriya Bîrcan bê redkirin.” Parêzer Eyûpoglû jî heman daxwaz dubare kir.    Piştre jî dozger mafê axaftinê girt û xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Şandeya dadgehê biryara xwe ya navberê da û got ku ji bo nirxandina daxwaza redkirina dadger dê ji 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran re bê şandin û îfadeya Nesîn jî bi rêya îstînabê vê were girtin. Şandeyê, danişîna dozê taloqî 1’ê sibata 2023’yan kir.