Li girtîgehên Egeyê di 6 mehan de herî kêm 572 binpêkirinên mafan pêk hatin 2022-10-19 15:48:16 ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê ku binpêkirinên mafan ên di 6 mehên ewil ên salê yên li girtîgehên Egeyê aşkere kirin, da zanîn ku 572 binpêkirinên mafan ên gihiştine ber destê wan qeyd kirine.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê rapora binpêkirinên mafan ên di 6 mehan de li girtîgehên Egeyê pêk hatine li avahiya şaxa xwe bi civîneke çapemeniyê aşkere kir.     Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Çîçek ku metna daxuyaniyê xwend, bi lêv kir ku li 18 girtîgehên li herêmê weke salên beriya niha pêkanînên li dijî rûmeta mirovan û zext berdewam dikin. Çîçek, da zanîn ku  572 binpêkirinên mafan ên gihiştine berdestê wan hene û wiha got: “Di qawişan de bi ser kapasîteyê girtî tên ragirtin; xwarin kêm tên dayîn, hinek girtî neçar dimînin ku bi dorveger li erdê û li cihên nehijyenîk raz in, hate dîtin ku ev rewş di tenduristiya girtiyan de hin neyîniyan derdixe holê û di encama vê yekê de hejmara girtiyên nexweş zêde bûne. Tecrîd û izolasyona li ser Girtîgeha Îmraliyê tê meşandin li girtîgehên herêmên me jî bi awayekî cuda tê pêkanîn.    NAMEYÊN KURDÎ NADIN   Çîçek, destnîşan kir ku sirgunkirina girtiyan a ji dûrî malbatên wan malbat jî tên cezakirin û diyar kir ku malbatên girtiyan bi pêkanîn lêgerînê yên şid û tacîzan pirsgirêkan dijîn. Çîçek, bal kişand ku bi vî awayî ragihandin û têkiliya girtiyan ya bi malbat û derve re tê sînordarkirin û wiha berdewam kir: “Li Girtîgehên Tîpên T û F’yê yên Îzmîrê nameyên ku kurdî tên nivîsîn û tên şandin bi hinceta ‘zimanê nayê fêmkirin’ nadin girtiyan û naşînin. Ev yek binpêkirina azadiya ragihandinê ye. Nameyên tirkî tên nivîsîn jî gelek dereng digihin destê girtiyan. Îdare mecbura ku nameyan di dema xwe de teslîm bike. Her wiha pirtûkên ku girtiyan bi xwe nivîsandine nadin wan. Dîsa pirtûkên bi kurdî hatine nivîsîn tên wergirtin û ji holê tên rakirin.    CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ ZÊDE BÛN   Çîçek, destnîşan kir ku di 6 mehan de cezayên dîsîplînê zêde bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hin raporên bijîşkan de cih digire ku gardiyanan li dijî girtiyan îşkence, derb û mûameleya nebaş kirine. Her wiha înfaza gelek girtiyan an hatiye şewitandin an jî hatiye dereng xistin.”   FERZKIRINA SIXURTIYÊ    Çîçek, diyar kir ku mafê xwarinê yê bitenduristî jî hatiye astengkirin û wiha berdewam kir: “Bi taybetî di tedawiya girtiyên nexweş de pirsgirêkên zêde diqewimin. Nexweşên divê bi rêk û pêk bibin nexweşxaneyan nabin û hincetên cuda tên pêşkeşkirin. Di hatin û çûyîna nexweşxaneyan de pêkanînên weke lêgerîna tazî û lêgerîna nava dev tên kirin. Kesên nexweş bi wesayîtên ringan ên nebitendurist tên birin û dibe sedemê ku girtî bi nexweşiyên enfeksiyonê bikevin. Ji bilî van her tim bi ser odeyan de tê girtin, tiştên girtiyan tên belavkirin, dest deynin ser tiştan, pêkanînên îşkence, mûameleyeke nebaş, lêdan, gef, heqaret û hejmara li ser piyan tê dîtin. 2 girtiyên edlî ku danîne li cem dijminên wan di nava ewlehiya can de ne. Li hin girtiyan hevdîtina bi polîs û MÎT’ê re û sixurtî tê ferzkirin.”   DIVÊ TECRÎD BÊ BIDAWÎKIRIN   Çîçek, anî ziman ku divê pêkanînên tecrîdê yên li nexweşxaneyan demildest bi dawî bibin û wiha domand: “Divê were piştrastkirin ku serlêdan û gilîname demildest û bêyî tu sînordarkirinê radestî rayedarên pêwîst bên kirin. Divê mekanîzmayên edlî û îdarî têkildarî serlêdan û giliyên tên kirin lêpirsîneke bi bandor bidin destpêkirin. Divê pergalên girtîgehan derbarê şertên fîzîkî û mûameleyên keyfî yên tên pêkanîn de kontroleke bi bandor a îdarî û darazî pêk bînin. Divê mafê girtiyan ê têkiliya malbatê û derve neyê astengkirin. Divê mafên parastin, nivîsîn û zimanê dayikê bi awayekî qanûnî bên ewlekirin û qedexeyên keyfî bên rakirin. Divê tecrîda li ser girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û hemû girtiyên din demildest bi dawî bibe.”   572 BINPÊKIRINÊN MAFAN   Serokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn jî binpêkirinên mafan wiha rêz kirin:    “Tecrîd 40    Lêgerîna tazî 5    Neşopandina bijîşkan a girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de 1   Şewitandina înfazan/astengkirina mafên şertên kontrola edlî 38   Têlkirina ser cihê hewadarkirinê 18    Astengkirina name û daxwaznameyên ji girtîgeh û saziyan re 12   Bihakirina zêde ya xwarin û malzemeyên li kantînê 18   Xwarina kêm û bêtendurist 25   Nedayîna xwarinên diyetê û xwarina li gor vejeteryanan 3    Ava vexwarinê ya paqij ku ji aliyê îdareyê ve nayê pêşwazîkirin 2    Îşkence 7    Ewlehiya can 2    Astengkirina xwe gihandina ava gerim 5   Pêkneanîna cihekî hijyenîk 6   Astengkirina pirtûk, name û rojnameyan 25   Astengkirina ragihandinê 16   Astengkirina xwe gihandina tenduristiyê 47    Astengkirina xebatên civakî, sohbet û sporê 26   Kapasîteya bi ser qawişê de 13   Girtiyên nexweş 34    Mirina bi guman 8    Derbkirina girtiyan a ji aliyê peywîrdaran ve 8    Gef û heqaret 13    Astengkirina perwerdehiyê (zanîngeh) 1    Ragirtina girtiyê nexweşê astengdar a di hucreya yek kesî de 1    Girtiyên bi Kovîd-19’ê ketin 25   Travmaya psîkolojîk a di encama derbê de qewimî 1    Ferzkirina mûayeneya bi kelemçe 4    Di lêgerînan de belavkirina odeyan û dest danîna ser tiştan 4    Nedayîna cil û pereyan a ji aliyê malbatên din ve dane girtiyên ku kes neyê hevdîtina wan 1   Cezayên dîsîplînê yên ji ber çalakiya greva birçîbûnê dane 1    Guhertina odeyan a bi darê zorê 6    Kurtkirina dema hewadarkirinê 5    Nedayîna tiştan a li girtîgeha ku tê sewqkirin 6    Lêpirsîna têkildarî pirtûka ku girtî nivîsandî hatiye destpêkirin 1    Qedexekirina cilên herêmî 2    Nedayîn û neşandina nameyên kurdî 2    Nedayîna mafên ji ber pandemiyê hatine astengkirin 1    Astengkirina sewqê 6    Sînordarkirin an jî astengkirina malbatê 8    Hewldana întîharkirinê ya di girtîgehê de 2    Nedayîn an jî derengdayîna tiştên tên girtîgehê 8    Derbarê girtiyên nexweş de agahî nedayîna malbatê 1   Ji ber mûameleyên nebaş ên nexweşxaneyê ketina çalakiya greva birçîbûnê 47    Dayîna cezayê dîsîplînê yê keyfî 12   Nedayîn/ destdayîn / derengdayîna pirtûkên kurdî 6    Ferzkirina hejmartina li ser piyan û lêgerîna nava dev 7    Cih girtina kesên ku di lijneya çavdêriyê de cih negirin 1    Nedayîna nimreyên derketina evraqên daxwaznameyan 3    Nehiştina bikaranîna hevdîtina bi dîmen 11   Şandina girtîgehên dûrî malbatan 9    Bihakirina ceyran û ava vexwarinê 10    Birina tedawiyê ya bi wesayîtên rîngê 3    Ferzkirina hevdîtinê ya bi polîs û MÎT’ê re 1    Ferzkirina sîxurtî / îtîrafkariyê 1    Ferzkirina pergala kamerayê 1    Ferzkirina derbaskirina qawişên serbixwe 1    Nedayîna pirtûka kurdî ku bi xwe nivîsî 1”    Bi komî 572 binpêkirinên mafan qewimîn.