Ciwanên welatparêz li dijî êrişên çêken kîmyewî meşiyan 2022-10-19 17:16:53   STENBOL - Ciwanên Welatparêz, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li navçeya Buyukçekmeceyê meşeke li dar xistin.    Çalakiyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe û dest dayîna jiyana xwe ya 17 endamên HPG’ê belav dibe. Bertekek jî Ciwanên Welatparêz ên li Stenbolê nîşanî êrişên çekên kîmyewî da. Endamên Ciwanên Welatparêz duh bi şev li navçeya Buyukçekmeceyê derketin kolanan û bi berzkirina dirûşmeyên “Silav ji Zap, Avaşîn û Metîna re silav ji te re gerîla” , “Li çiyan negere Apocî li her derê ne” , “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vir e” meşiyan.    Ciwanên ku di demekî dirêj li kolanan meşiyan pişt re belav bûn.