Nobeta Edaletê: Em ê mafên xwe biparêzin 2022-10-19 17:24:07   ÎZMÎR - Malbatên di çalakiya Nobeta Edaletê ya li ber Girtîgeha Kiriklarê didome de axivîn, anîn ziman ku ew ê heya dawiyê mafên xwe biparêzin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin a bi daxwaza girtî bên tedawîkirin û li hemû girtîgehan tecrît were rakirin, li pêşiya Girtîgeha Kiriklarê berdewam kir. Malbatên girtiyan êlegên “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Deng bide zîndanan” li xwe kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Karşiyaka jî tev li çalakiyê bû.    Dayika Deniz Poyraz, Fehîme Poyraz a ku di êrişa avahiyê Rêxistina HDP'a Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dabû bal kişand ser helwesta dadgeha Onûr Gencer didarizîne û got: “Dema ku em çûn dadgehê tundî li me kirin û bi ava bigaz êrişî me kirin. Dadger û kujer bi hev re çûn. Ne em ne jî parêzer tev li danişînê bûn. Em vê yekê şermezar dikin. Êdî dawî li zextên ser kurdan bînin.”   ‘EM Ê MAFÊN XWE BIPARÊZIN’   Hevserokê HDP'a Karşiyakayê Menfî Yilmaz anî ziman ku li girtîgehan îşkenceya sîstematîk tê sepandin. Yilmaz anî ziman ku Denîz Poyraz di encama polîtîkayên hikûmetê de hate qetilkirin û got: “Ev polîtîka bi dayîna têkoşînê vala hatin derxistin. Kujerên hevala me Denîzê hêj jî li derva ji xwe re digerin. Em ê heya dawiyê mafên xwe biparêzin.”   Malbata girtî Fatma Surme jî destnîşan kir ku zilm li girtiyan tê kirin û got: “Em dayik in, dilê me disoje. Zarokên me nexweş in, ne dişînin bijişk ne jî wan berdidin. Em dixwazin zarokên me demildest werin berdan.”