Goksungur: Çalakiyên li dijî tecrîdê dê li ber OPCW berdewam bikin 2022-10-20 10:36:59   AMED - Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksungur diyar kir ku êrişên çekên kîmyewî yên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê bi tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û ew ê çalakiyên xwe li dijî tecrîdê li ber OPCW’ê bidomînin.    Tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Bi pêşengiya Kongeya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji bo azadiya Ocalan li ber Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li dar dixe. Şandeyek ji siyasetmedarên kurd bi Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re hevdîtin kir. Hevseroka KCDK-E’yê Fatma Goksungur a ku di şandeyê de cih girt, têkildarî çalakiyên li dar dixin axivî.     ÎMRALÎ DI KONTROLA GLADIYOYÊ DE YE    Goksungur diyar kir ku 24 sal in Abdullah ocalan tê tecrîdkirin û Girava Îmraliyê ku Ocalan lê tê ragirtin tenê di kontrola Tirkiyeyê de ye û Girav di serî de di destê NATO û Gladio û hemû hêzên navnetewî de ye. Goksungur anî ziman ku divê CPT wezîfeya xwe ya pêşîlêgirtina îşkenceyê bi cih bîne.    CPT’IYÊ FIKARAN ZÊDETIR KIR    Goksungur têkildarî hevdîtina wan li gel CPT agahî dan û wiha got: “CPT ji me re got ku wê agahiyên têkildarî hevdîtina li Îmraliyê parve nekin. Em jî dibêjin CPT’iyê fikarên gelê kurd zêdetir kirin. Ji ber ku derbarê serdanê de tu daxuyanî neda, mirov bixwaze nexwaze wê xelkê Kurdistanê fikar bike. Niha ne malbat ne jî parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Ev tecrîd dide nîşandan her roja ku diçe şert û mercên li Îmraliyê girantir dibin.”    ‘CPT TEVÎ FIKARAN JÎ BÊDENG E’    Goksungur anî ziman ku di hevdîtinên xwe yên berê de diyar kiribûn ku divê CPT der barê serdanan de daxuyaniyê bide, lê tevî fikaran zêde bûne jî bêdeng maye û ev bêdengî rê li ber kûrkirina tecrîdê vedike. Goksungur derbarê astengkirina ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan de jî got: “Heke hiqûqa gerdûnî ji bo her kesî be, divê li ser Rêber Ocalan jî were sepandin. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan esas digirin.”   ‘ÇEKÊN KÎMYEWÎ JI TECRÎDÊ QUT NÎNE’    Goksungur da zanîn ku ew wek KCDK-E çalakiyên xwe didomînin û ew di serî de gazî KE û CPT û tevahiya saziyên navnetewî dikin û komploya navnetewî bûye tecrîda navnetewî û wiha got: “Niha şerê li Kurdistanê li dijî gerîla tê meşandin, bi taybetî jî bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîlayan ji tecrîdê û komployê qut nîne. Niha rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyey3e û muameleya xerab a li dijî girtiyan ji tecrîdê qut nîne.”   ÇALAKÎ DÊ LI BER OPCW’Ê BIDOME   Goksungur diyar kir ku dê çalakiyên wan bê navber bidomin û ew ê ji 1'ê mijdarê heta 3'ê mijdarê li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) çalakiyan li dar bixin. Goksungur got OPCW jî wek CPT saziyeke ku li ser qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewletan ve hatiye avakirin, lê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve bêdeng dimîne.   TÊKOŞÎNA AZADKIRINÊ   Goksungur destnîşan kir ku ew di nava şerek topyekûn bi komployê ve girêdayî ye de ne û ew ê têkoşîna wan bidome û ji bo azadiya Ocalan dê li her deverê li qadan bin.    MA / Mujdat Can