Bûldan û Sancar ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan 2022-10-20 11:19:18 ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi armanca daxwaza ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Wezareta Dadê dan.    Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi armanca daxwaza ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Wezareta Dadê dan. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunayu di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî yapartiya xwe de serlêdana Bûldan û Sancar ragihand.   Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê û biraziyê Ocalan, Omer Ocalan û Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî di nava şandeya selrêdanê de cih girtin. Di serlêdana bo Wezareta Dadê de hat xwestin ku serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê bikin.    Gunay bang li Wezareta Dadê kir ku bersiv bida serlêdana wan.