Fakibaba yê AKP’î ji partiya xwe û parlamenteriyê îstîfa kir 2022-10-20 11:22:27   RIHA – Yek ji şahidên komkujiya li dijî Malbata Şenyaşar Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Ahmet Eşref Fakibaba ji partiya xwe û parlamenteriyê îstîfa kir.    Ji parlamenterên AKP’ê yên Rihayê Ahmet Eşref Fakibaba ragihand ku ji endamtiya partiyê û parlamenteriyê îstîfa kiriye. Fakibaba, têkildarî îstîfaya xwe li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Di sala 2003’yan de bûm endamê AKP’ê û min derfet dît ku li gelek meqaman peywirê bigirim. Ji dil û can spasiya mezinên xwe û gelê Rihayê dikim ku ev derfet ji min re afirand. Di nava van 20 salan de gelek hevalên min biqedr û qîmet çêbûn. Xemgînim ku ji wan veqetiyam. Lê li hêla din ji ber ku êdî dê bi hinek kesên ne li gorî feraseta min a siyasî û exlaqî re nexebitim, keyfxweşim. Ez ji endamtiya AKP’ê îstîfa dikim û li hêla in ji bo ku li dijî kesên deng dabûne min nebe bêrêzî, ji parlamenteriyê jî îstîfa dikim. Înşala ev biryara ku min daye, ji bo welêt bibe wesîleya xêran.”