Fîncanci: Çekên kîmyewî yên ku sîstema rehikan hedef digire hatine bikaranîn 2022-10-20 11:36:37   ENQERE - Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci ku dîmenên têkildarî çekên kîmyewî temaşe kirine wiha got: “Xuyaye ku xazên kîmyewî yên toksîk-jehrî yên ku raste rast sîstema rehikan hedef digire hatine bikaranîn.”    Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û pispora tipa edlî Bijîşk Şebnem Korur Fîncanci têkildarî çekên kîmyewî yên li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê ji hêla dewleta tirk ve hatine bikaranîn, tev li bernameya Medya Haberê bû.    Fîncanci, da zanîn ku dîmenên gerîlayên bi çekên kîmyewî hatine bikaranîn lêkolîn kirine û wiha got: “Xuyaye ku xazên kîmyewî yên toksîk-jehrî yên ku raste rast sîstema rehikan hedef digire hatine bikaranîn. Her çende ku bikaranîna van çekan qedexe be, em dibînin ku di pevçûnan de tên bikaranîn.”    ‘DIVÊ TEQEZ ŞANDEYÊN SERBIXWE LÊKOLÎNÊ BIKIN’    Bi domdarî Fîncanci da zanîn ku li gorî peymanên navneteweyî, divê teqez şandeyên serbixwe ji bo lêkolînê biçin herêmê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di çarçoveya sepandina peymanên navneteweyî û Peymana Cenevreyê ku bi kar anîna çekên kîmyewî qedexe dike, dema îdiayeke wiha derket holê, hewceye rêgezên Protokola Mînnesotayê esas bên girtin û li gorî vê şêweyê lêkolînê bê diyarkirin.”    ASTENGKIRINÊN PDK’Ê   Di berdewamê de Fîncanci bal kişand ser astengkirinên PDK’ê ku nahêle şandeyên serbixwe ji bo lêkolînê biçin herêmên şer û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev astengkirin, binpêkirina peymanên navneteweyî ye. Divê şandeyên serbixwe neyên astengkirin lê belê hatine astengkirin. Divê derheqê dewletên ku van çekan bi kar tînin de lêpirsîneke baş bê kirin.”