Êrişên bi çekên kîmyewî li gelek bajarên welatên Ewropayê hatin protestokirin 2022-10-20 11:49:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî gerîla yên bi çekên kîmyewî, li Awûstralya, Qibris, Swêd û Belçîkayê bi çalakiyan hatin şermezarkirin.   Li ser fermana îktidara AKP-MHP’ê li dijî qadên gerîlayan ên li Zap, Avaşîn û Metînayê yên başûrê Kurdistanê êrişên çekên kîmyewî tên bikaranîn. Gelek gerîlayên PKK’ê di van êrişan de jiyana xwe ji dest didin. Li seranserî dinyayê nerazîbûna li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîlayên kurd heye. Bi taybetî li welatên Ewropayê gelê kurd û dostên xwe li ser pêya ne û çalakiyan li dar dixin.    LÎMASOL   Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, bi banga Meclisa Gelê Kurd, gelek Kurdistanî li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Theofilosê li hev civiyan.   Girseya gel bi pankartên ku êrişên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî şermezar dikin, heta avahiya Şaredariya Lîmassolê meşiya.   Li pêşiya avahiya şaredariyê jî piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, bi navê Meclîsa Gelê Kurd Kamîl Akalin daxuyanî da. Akalin got: "Li hemberî çekên kîmyewî ku sûcê şer û li dijî mirovahiyê ye bêdengî nabe. OPCW divê tavilê vî sûcê şer lêkolîn bike û bi raya giştî ya navneteweyî re parve bike. Em ê vî sûcê şer li tevahiya cîhanê teşhîr bikin. Divê bê zanîn ku gerîlayên Kurdistanê li hemberî artêşa Tirk a barbar têkoşîna azadiyê dimeşînin. Li dijî barbar û zaliman em ê li gel refê berxwedanê yê gerîla bin."   MELBOÛRNE   Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê, kurdan tevî dostên xwe li ber Pirtûkxaneya Victoria li hev kom bûn û çalakiyeke şermezarkirinê li dar xistin.   Di çalakiyê de belavokek hate xwendin û hikumetên rojavayî yên li hemberî êrişên bi çekên kîmyewî bêdeng in hatin şermezarkirin. Çalakgeran bang li hikumeta Awûstralyayê, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Bikaranîna Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.   TÎROL   Li bajarê Tîrol ê Awûstûryayê êrişên bi çekên kîmyewî bi meşekê hatin şermezarkirin.   STOCKHOLM   Li paytexta Swêd Stockholmê bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin û wêneyên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin, hate hildan. Di çalakiyê de ji bo balkişandina ser êrişên kîmyewî çalakgeran kincên spî li xwe kirin û maske dan ber rûyê xwe.   BRUKSEL    Li bajarê Bruksel ê Belçîkayê bi pêşengiya YJK-B êrİşên bi çekên kîmyewî hatin şermezarkirin. Çalakî li navenda bajêr li Gare Centralê pêk hat. Dostên gelê Kurd jî piştgirî dan çalakiyê. Çalakî bi performansa çekên kîmyewî dest pê kir û bi sloganên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana HPG û YJA-Starê” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.   Ji bo çalakiya wê li pêşiya Parlementoya Ewropayê were lidarxistin jî banga tevlêbûnê hate kirin