Dayikên Aştiyê : Kurdno li dijî çekên kîmyewî rabin ser pêya 2022-10-20 12:04:25 ŞIRNEX - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Hezexê bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan û gotin: "Em dewletên ku çekên kîmyewî  difiroşin Tirkiyeyê şermezar dikin. Kurd xelas nabin. Îro em nerabin ser piyan sibê em ê dereng bimînin."    Tirkiyeyê di 17'ê Nîsanê de li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK'ê  ji bejahî û hewayî ve êrişeke berfireh dabû destpêkirin. Navenda Parastina Gel (HSM) ragihandin ku dewleta tirk di 6 mehên dawî de herî kêm 2 hezar û 476 caran bombe û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîne. Di meha îlon û cotmehê de, di karanîna çekên kîmyewî de 17 endamên HPG'ê û YJA-STAR'ê jiyanê xwe ji dest da. Dîmenên 2 endamên HPG’ê ji ber çekên kîmyewî bandor bûbûn hatin weşandin. Li gel vê ji gelek qadên civakî, nivîskar bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên navçeya Hezexê ya Şirnexê nêrazîbûn nîşanî bikaranîna çekên kimyewî dan.    'KURDNO KEZABA WE NAŞEWITE?'   Ji Dayikên Aştiyê Fatma Ûgûr (67) diyar kir ku dinya hemû bi zanebûn çavê xwe li bikaranîna çekên kîmyewî digire û wiha axivî: "Bangawaziya me ji dewletên Ewropaya heye; hûn çi ji me dixwazin? Heke ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe be hûn çima didin Tirkiyeyê û hûn dibêjin bavêjin kurdan? Ew zarokên me ne û ew jî mirovin. Kezeba me dişewite. Şevê din heta niha em nerazane, em mirin. Kurdno qey kezaba we naşewite? Kî xwedî wîjdan be bila rabe û çi jê tê bila bike. Weleh em qebûl nakin. Çi ji me bê xwestin em ê bikin. Çimkî ew zarokên me ne. Ew li wan deran çêne bûne zarokên vî gelî. Ji bo ku milk bikin neçûnê wê derê. Ji bo me ye."    'EW ZAROKÊN VÎ GELÎ NE'   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Hanim Babat (60) jî bi lêv kir bikaranîna çekên kîmyewî hovitiye û got: "Dinyayê hemûyê çavê xwe û guhê xwe ji me re girtiye. Dewletên navnetewî hevkarên Tirkiyeyê ne. Kîmyasalê didin Tirkiyeyê ku li ser zarokên me bikar bînin. Dinya hemû dîmenên wan dibîne ku çi tînin serê wan. Kesek destê xwe nade destê kurdan. Herkes neyarê kurdane. Kurd bi xwe jî dijmin û neyarê serê xwe ye. Ew bi xwe jî dest nadin hev. Bangawaziya me ji gelê kurd û ji gelên cîhanê re heye, kesê ku dibêje ez mirovim,xwedî wijdanim bila destê xwe bidin hev û vê komkujiyê di nava gelê kurd re rakin. Bila dayik rabin ji vê komkujiyê re bibêjin bes e. Ew zarokên me ne, zarokên vî gelî ne. Bila her kes li dijî vê komkujiyê rabe. Wê heta kengî xwîn birije bes e."   'EM NIKARIN DI MALÊN XWE DE REHET RÛNIN'   Dayika Aştiyê Kiymet Acar (48) jî nêrazîbûna xwe nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û ev tişt got: "Em ewilî malbata Barzanî şermezar dikin. Heke Barzanî rêya başûr ji Tirkiyeyê re nevekiriba îro wiha nedibû. Niha bi kepçeyan ji Tirkiyeyê re rê vedikin. Heke piştgirî nedaba dewleta tirk bi rehetî nediçû wir. Îro ji bo gelê kurd canê xwe didin. Bi mehan bê xwarin dimînin canê xwe didin. Îro dora PKK'ê ye sibê dora Barzanî ye. Em dewletan jî şermezar dikin ku wan çekan difiroşin Tirkiyeyê. Em dixwazin ku gelê kurd hemû destê xwe bidin hev û rabin ser hev. Ew zarokên gelê kurd in. Pêwîste ku herkes rabe ser piyan. Îro rabin sibê dereng e. Bila bes dilê me bişewite. Em nikarin di malên xwe de rehet rûnin."   'HETA EM SAXBIN EM Ê LI PIŞT ZAROKÊN XWE BIN'   Dayika Aştiyê Fadîle Malgaz(50) jî bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re da û destnîşan kir ku xiyanetê bi sedan zarokên kurd qetil kirin û ev tişt anî ziman: "Ez malbata Barzanî şermezar dikim. Barzanî gelê kurd hemû firot. Heke şerm bikira Barzanî îro ev tişt nedianî serê kurdan. Îro dora gerîlayan e, sibê dora Barzanî ye. Îro hemû dewlet alîkariyê didin wî û Tirkiyeyê û tu kes li pişt me kurdan nîne. Ew hêzên ku kîmyasalê diavêjin ser zarokên me em lanetê li wan dikin. Heta ku em saxbin em ê li  pişt zarokên xwe bin.”   'EW NIKARIN KURDAN XELAS BIKIN'   Dayika Aştiyê Nebahat Acar (65) jî anî ziman ku bêdengî bi xwe re mirinê tîne û wiha axivî: "Heta niha bi çekên kîmyewî ne 17 kes 45 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi çekan nekarîn û çekên kîmyewî bikar anîn. Leşkerên xwe çeteyên xwe berdide tunelan û kîmyasalê diavêje. Ez wê komkujiyê şermezar dikim. Ew çi bike nikare zarokên me xelas bike. Çiyayên Kurdistanê çiyayên me ne. Çiyayên Kurdistanê hêlîna zarokên me ne. 40 sal in hêlîna xwe li wir çêkirine. Yekî jiyana xwe ji dest dabe, 40 çûne cihê wî. Ew nikare kurdan xelas bike. Kurd xelas nabin. Dewleta tirk doza çi dike? Em doza welatê xwe û zimanê xwe, nasname û çanda xwe dikin. Barzanî wê heta kengî xiyanet bike? Bila nebêje ez kurd im. Li ku faşîsteke tirk hebe diçe pê re wêne dikêşe. Ew bêşerefiye, bêrûmetiye. Kurd xelas nabin. Hêzên navnetewî bila bes çekên kîmyewî bidin Tirkiyeyê ku zarokên me qetil bikin. Rabin ser xwe. Serkeftin ya me ye, binketin ya Barzanî û Erdogan e."