Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk bû TT 2022-10-20 12:16:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk li dijî HPG’iyan bikaranîn bi hashtaga “#TurkeysChemicalTerror” (Terora kîmyewî ya Tirkiyeyê) kete nav lîsteya TT’yê.    Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dane destpêkirin berdewam dikin. Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a di van êrişan de tên nîşandan jî didomin. Piştî ku dîmenên endamên HPG’ê yên çekên kîmyewî bandor li wan kiribû hatin weşandin, bi hezaran kesan bertek nîşanî êrişên dewleta tirk dan û li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal peyam parvekirin.    ‘TERORA KÎMYEWÎ YA TIRKIYEYÊ’   Bikarhênerên medyaya dîjîtal di peyamên ku bi hashtaga “#TurkeysChemicalTerror” (Terora kîmyewî ya Tirkiyeyê) parve kirin de diyar kirin ku dewleta tirk sûcê şer kiriye û bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin ku li herêmê lêkolînan bike.