Li Îranê şermezarkirin di roja 33’yemîn de ne 2022-10-20 13:50:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên şermezarkirinê yên bi pêşengiya jin û ciwanan ku piştî kuştina jina kurd Jîna Emînî ya li Îranê dest pê kirin kete roja xwe ya 33’yan.    Çalakiyên şermezarkirinê yên bi pêşengiya jin û ciwanan ku piştî kuştina jina kurd Jîna Emînî ya li Îranê dest pê kirin kete roja xwe ya 33’yan.    Duh bi şev li bajarên Sîne, Kirmaşan, Mehabad, Bokan, Seqîz, Dêwlan, Kamîran, Direşarê, Îlam û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê berdewam kirin. Ciwanan li gelek bajaran agir pêxistin û dirûşme berzkirin rejîma Îranê şermezar kirin, dîsa li gelek zanîngehan xwendekaran û perwerdekaran biryara boykotê girtin.    ÇALAKIYÊN ŞERMEZARKIRINÊ LI BAJARÊN ÎRANÊ JÎ BERDEWAM DIKIN   Li bajarên Tehran, Meşhed, Kahirîcan, Îsfahan, Ahwaz, Erak, Sawe, Gewherdeştî, Kerec û gelek bajarên din ên Îranê çalakiyên şermezarkirinê berdewam kirin. Di hemû çalakiyên şermezarkirinê de dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.    Li gorî rapora dawî ku Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê weşandibû; ji roja çalakiyên şermezarkirinê dest pê kirin heta niha herî kêm 215 welatî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin qetilkirin.