Malbatên endamên HPG’ê bi girseyî hatin ziyaretkirin 2022-10-20 15:04:29   ŞIRNEX - MEBYA-DER’ê bi girseyî malbatên 2 endamên HPG’ê ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kirin.    Li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe di encama bikaranîna çekên kîmyewî de 17 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Li navçeya Cizîr û ya Hezexê ku girêdayî Şirnexê ne bi pêşengtiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) malbatên 2 endamên HPG’ê Yahya Şen (Xemgîn Cizîrî) û Ali Darga (Demhat Cizirî) bi girseyî hatin ziyaret kirin. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelen (HDP) yê Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, TJA, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan jî tev li serdanê bûn.   ‘ŞEHÎD NAMIRIN’   Şande ewilî çû serdana şîna endamê HPG’ê Ali Darga ku li mala wan a li taxa Cudî ya Cizîrê hatiye danîn. Di serdanê de parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş axivî. Ozguneş, diyar kir ku ew ê heta dawiyê tebikoşin û got: “Şehîd namirin û şehîd dê di vê rûpela zêrîn de cihê xwe bigirin. Ev têkoşîna tê dayin ji bo mirovahî, azadî û edaletê ye. Di nav 6 mehan de 180’yan zêdetir kesan di şer de jiyana xwe ji dest dan. Nîvê wan jî ji herêma botanê ne. Ev barekî girane. Li ser me tê ferz kirin ku em têkoşîna xwe mezintir bikin. Belê êşa me mezin e lê hêviya me mezintir e.”   Piştre şande derbasî navçeya Hezexê bû. Li taxa Turgut Ozal ya navçeya Hezexê malbata Yahya Şen hate ziyaret kirin.    ‘EM Ê TEBIKOŞIN’   Li ser navê şandeyê parlementera HDP’ê Nuran Îmîr, axivî. Îmîr, anî ziman ku ji berxwedanê pêvetir tu çare nema ye û wiha axivî: “Her 17 kes bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Di vê komkujiyê de gel careke din şahiditiya van polîtîkayên şerê qirêj dike. Ev roj wê neyên ji bîr kirin. Gelê kurd li her çar perçeyan di şînê de ye. Em şahiditiya dûritiya gelan a li hemberî gelê kurd dikin. Ne cara yekeme ku komaraya Tirkiyê li dijî gelê kurd çekên kîmyewî bikar tîne. Di bikaranîna van çekên kîmyewî de 407 gerîla hatin qetilkirin. Ew kesên ku dibêjin em kurdin hevkariya desthilata AKP’ê û MHP’ê dikin. Ev li dijî fikrê azad qirkirine, qirkirineke netewî ye. Gelek caran êrîş kirin, komkujî kirin lê encam negirtin. Ew saziyên navnetewî ku berpirsyariya xwe pêk nayinin hevkarên vê komkujiyê ne. Tişta ku ji me tê xwestin bilindkirina berxwedanê ye. Lê em qels in. Ji bo jiyaneke azad em ê têbikoşin.”   ‘EM ÇOK NADEYNIN’   Pişt re bavê Yahya Şen, Murat Şen axivî. Şen jî diyar kir ku ew bi lawê xwe serbilind e û got: “Xemgîn ê vê axê bû. Lê wî îro ez û dayika xwe keyfxweş kirine. Wan soz dabû me ku serê me nizm nekin em jî soz didin wan ku em ê serê wan nizm nekin. Em ê çok nedeynin. Em ê bêtir bixebitin. Mala wan ava ku wan em kirin dilopek vê behrê. Hêvîdarim ku ev şehadet bibe ya dawî. Me soz daye wan ku em xemgîn nebin û bikenin.”