Di dema hevdîtina ser telefonê de tekmîlê li girtiyan ferz dikin 2022-10-20 15:07:57   AMED - Li Girtîgeha Amedê di dema hevdîtina ser telefonê ya heftane de li girtiyan tê ferzkirin ku tekmîlê bidin. Girtiyan da zanîn ku dê tekmîlê qebûl nekin.    Hat zanîn ku li Girtîgehên Hejmar û Hejmar 2 yên bi Ewlekariya Bilind ên Amedê di dema hevdîtinên heftane yên li ser telefonê de li girtiyan tekmîl tê ferzkirin. Li rojnamegerên kurd Ramazan Gecîken, Mehmet Alî Ertaş, Mazlum Guler, Abdurrahman Oncu, Sûat Doguhan û Azîz Oruç ku di 16’ê hezîranê de hatibûn girtin, di dema hevdîtina li ser telefonê de tekmîl lê hat ferzkirin. Hat zanîn ku rojnamegeran ev sepane red kirine. Rêveberiya girtîgehê li girtiyan ferz dike ku bi destpêkirina hevdîtinê re agahiyên xwe yên nasnameyê bibêjin, qawîşên ku lê dimînin anons bikin, agahiyên kesên pê re diaxivin bibêjin û hejmarên telefonên wan diyar bikin.   Girtiyan da zanîn ku jixwe hêj di destpêkê de lîsteya kesên ku girtî dê pê re biaxivin hatiye girtin û bi vê rêbazê hewl didin îtaetê li wan ferz bikin. Girtiyan ragihand ku dê vê sepanê qebûl nekin.