Nobeta Edaletê: Bila zilma li girtîgehan bi dawî bibe 2022-10-20 15:32:46   ÎZMÎR - Malbatên girtiyan ên li Îzmîrê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê didomînin xwestin ku polîtîkayên zilmê yên li ser zarokên wan tên meşandin bên bidawîkirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Îzmîrê dane destpêkirin di roja 127’an de li ber Edliyeya Îzmîrê ya Bayrakliyê berdewam kir. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Deng bidin zindanan” dinivîsî li xwe kirin. Di dema nobetê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet” hatin berzkirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bûcayê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) piştevanî dan nobetê.    Yek ji malbata girtiyan Hanîfe Gumuş a di nobetê de axivî xwest zilma li ser zarokên wan tê meşandin bê bidawîkirin. Gumuş, da zanîn ku bi zarokên xwe re nikarin bi telefonê jî biaxivin û wiha got: “Kurê min bi salan e di zindanê de ye dema ku telefonê vedike bêyî ku biaxivin tê girtin. Em naxwazin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin.”   ‘JI KUJER HESAB BIPIRSIN’   Yek ji malbata girtiyan Hanim Sever jî wiha axivî: “Denîz Poyraz hate qetilkirin. Kujer dibêje ‘dema derketim ez ê dîsa bikim’. Hûn çima hesabê jê napirsin. Hûn ji dayikên dibêjin aştî hesab dipirsin. Em dayik aştî û wekheviyê dixwazin. Li Tirkiyeyê edalet nemaye. Îşkenceyên li Tirkiyeyê tên kirin li tu deverên cîhanê nayên kirin.”