Girtiyên li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin 2022-10-20 16:04:53   ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê tên ragirtin ku daxwazên wan nayên bicihanîn, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger a 3 rojan veguherandin 10 rojan.    Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê li dijî girtiyan binpêkirinên mafan didomin. Li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê 30 girtî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Girtî têkildarî binpêkirinên mafan ên diqewimin ragihandin ku çalakiya greva birçîbûna ya bêdem û bidorveger a 3 rojan veguherandine 10 rojan.    Girtî Mehmet Işiktaş bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Işiktaş, diyar kir ku ji ber “lêgerîna tazî” qebûl nekiriye cezayê ragihandinê û hevdîtina vekirî dane. Işiktaş, bi lêv kir ku ji 23’yê tebaxê û vir ve di hucreyên yek kesî de tên ragirtin û wiha got: “Beriya niha 24 kes di çalakiya greva birçîbûnê de bûn, niha em bûn 30 kes. Em dizanin ku ev hejmar wê zêde jî bibe û em di hucreyên cuda cuda de tên ragirtin. Weke girtiyên edlî yên giran rojê tenê saetekê me derdixînin hewadariyê. Em li cihê hewadariyê jî nikarin hev bibînin. Ji saetekê hewadarkirinê zêdetir tu aktivîteyên me yên din tune ne. Li rex hucreyên me girtiyên edlî yên giran hene, me aciz dikin. Dema me xwest ku me bigirin odeyên 3 kesî, rêveberiya girtîgehê ‘qanûna poşmantiyê’ li me ferz kir. Ji me dixwazin ku em îxanet bikin lê em ê tucar îxanetê nekin. Ji ber vê yekê em ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bidorveger bikin 10 roj û ji bo daxwazên me bi cih werin heta dawiyê em ê berxwedana xwe bidomînin.”   BANG LI RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN KIR   Işiktaş, diyar kir ku dixwazin bi hevalên xwe re di heman qawişê de bimînin, saetên hewadarkirinê bên zêdekirin, li cem girtiyên edlî yên giran neyên rawestandin û mûameleya nebaş bê bidawîkirin.  Işiktaş, herî dawî bang kir ku rêxistinên mafên mirovan û parlamenter serdana girtîgehê bikin.