Li Licê operasyoneke leşkerî dest pê kir 2022-10-20 17:35:24   AMED - Di navbera gundê Heşeder û Hindiviya yên Licê de operasyoneke leşkerî dest pê kir.   Wezareta Karên Navxwey, ragihand ku di navbera gundê Heşeder û Hindivya yên navçeya Licê ya Amedê de operasyoneke eskerî dane destpêkirin. Wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihand ku operasyon ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Herêmê ya Amedê tê koordînekirin û ji xeynî hezar û 6 JOH, qomando û cerdevanan 61 tîm jî tevlî operasyonê bûne.