Li Silêmaniyê 8 penaberên siyasî hatin binçavkirin 2022-10-20 19:18:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Asayîşa Silêmaniyê 8 welatiyên ji Bakurê Kurdistanê ku ji ber zextên dewleta Tirkiyeyê koçî Silêmaniyê bibûn û endamên HDP’ê bûn, binçavkirin.   Li gor agahiyên bi dest ketine, Asayîşa Silêmaniyê li dijî penaberên siyasî yên ji Bakurê Kurdistanê dest bi operasyonek siyasî ya binçavkirinê kiriye. Hat zanîn heta niha 8 kes hatine binçavkirin. Hat gotin ku kesên hatine binçavkirin ji Bakurê Kurdistanê ne û endamên HDP’ê bûne û ji ber zextên dewleta Tirkiyeyê koçî Başûrê Kurdistanê kirine.   Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Meşruk Çiftçi, Ersoy Yilmaz, Hesen Kaçar, Mehmed Soyler, Serwet Akdeniz, Şefîk Yildirim, Murad Turak û kesekî navê wî nehat hînbûn.