ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-21 09:00:18     * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk der barê êrişên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê de destnîşan kir ku PDK di bikaranîna çekên kîmyewî de şirîkê Tirkiyeyê ye û wiha got: "Kesên li hemberî vê bêdeng dimînin, bikaranîna çekên kîmyewî dipejirînin."   * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ku bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da destnîşan kir ku hovîtiya hatiye kirin li dijî hemû mirovahiy hatiye kirin û rûmeta mirovahiyê bin pê kiriye. Bayindir bang li raya cîhanê kir ku li hember vê yekê rabe.    * Parêzvana mafên mirovan Kîraz Bîçîcî bêdengiya sazî û dezgehên navneteweyî ya ji bo bikaranîna çekên kîmyewî rexne kir û li aqûbeta raporên otopsiyê yên HPG'iyên jiyana xwe ji dest dane pirsî.   * Li Midyadê sercerdevan Şukru Akçay, Mûsa Çelîk qetil kiribû. Dadgehê ewilî "cezayê muebedê" lê biriye, lê paşê cezayê wî kêm kiriye, daxistiye 12 sal û 6 mehan. Dadgehê di hinceta biryara xwe de "bandora ceza ya li siberoja kiryar" esas girtiye û cezayê wî kêm kiriye.    * Jinên endamên Însiyatîfa Avakirina Aştiyê bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan û gotin: "Tirkiye ji bo hêrsa xwe ya têkçûnê berê xwe dide van êrişan. Divê gel pêşî li ber vî sûcê li dijî mirovahiyê bigirin."   * Dayîkên Aştiyê bertek nişani qetlîama bi çekên kîmyewî dan û gotin ku ev kiryar li dijî mirovahiyê ye û Barzanî jî şîrik e.    * Erdal Ozak, birayê girtî Yûnûs Ozak, diyar kir ku birayê wî ji ber ku di nameya xwe de "Siwar hatin peya çûn" nivîsiye 11 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn.   * Çalakiya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 592’yemîn de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê Serokê DÎAYDER’ê Ekrem Baran û 23 kesên din de hatiye vekirin wê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan wê di vekirina civîna hevserokên jin ên bajaran de li navenda partiya xwe biaxive (10.30)    * MED-DER, Komeleya Wêjevanên Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Kovara Destarê wê bi boneya salvegera mirina helbestvanê kurd Cegerxwîn li Eywana Konferansê ya Ayaz Eleganceyê bernameya bîranînê li dar bixin. (13.00)   * 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê, wê bi lîstikan li Şanoya Bajêr a Amedê berdewam bike. (15.00-20.30)   * Bernameya 4'emîn Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê ku bi pêşengiya Wêjegeh Amedê tên lidarxistin, dê li avahiya xwe bi axaftinan û çalakiya 'Şeva Helbestan' dest pê bike. (20.00)